Angela Davîs: Guven ji mirovahiyê re bû îlham

Navenda Nûçeyan

 

Akademîsyena amerîkî di rojnameya New York Tîmes a Amerîkayê de ji bo Leyla Guven bi sernavê ‘Ji bo Tirkiyeyê: Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye berdin’ nameyek nivîsand û diyar kir ku Guven ji bo mirovên ku baweriya wan bi aştî û azadiyê tê, bûye îlhameke mezin

Akademîsyen, bîrewer û nivîskar Angela Davîs a weke girtiya siyasî li DYA’yê tê naskirin, ji bo hevseroka KCD û parlemetera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guvan a 71 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, nameyek nivîsand.

Nameya Davîs di rojnameya New York Tîmes a Amerîkayê de, bi sernavê ‘Ji bo Tirkiyeyê: Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye berdin’ hat weşatindin.

Di nameya xwe de Davîs diyar kir ku ew Guven weke miroveke ku xwe fedayî têkoşîna li dijî bêmafên mirovan kiriye, dizane û wiha got: “Niha ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên kurd canê xwe daniye holê.  Guven li tevahiya cîhanê ji bo mirovên baweriya wan bi aştî, edalet û azadiyê tên, bûye îlhamek mezin. Ez beşdarî hemû kesên piştgiriyê didin wê dibim û şertên girtîgeha Ocalan lê dimîne şermezar dikim.”

Davîs di dewama nameya xwe de ev tişt parve kir: “Niha bi hezaran rêber û nûnerên HDP û KCD’ê mîna Guven li pişt deriyan e. Tevgera jinan a herî mezin a li Tirkiyeyê Kongreya Jinên Azad bi darê zorê hat girtin û gelek aktîvîstên wê di girtîgehan de ne. Ji roja pêvajoya aştiyê ya sala 2015’an hat têkbirin, artêşa tirk bi hezaran kurd kuştin û yên ku dengê xwe derxistin jî wek sûcdar hatin îlankirin.”

Girtîgehên Tirkiyeyê rexne kirin

Angela, anî ziman ku ew jî di sala 1970’yan de,  ji bo şermezarkirina şertên girtîgehê, ketiye greva birçîbûnê û şertên girtîgehên Tirkiyeyê jî rexne kirin.

Nameya Davîs wiha bi dawî bû: “Min Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke sermuzakerevanê di dema aştiya Tirkiyeyê de nas kir. Niha divê em rêbertiya Guven a li dijî tecrîda li ser Ocalan daniye holê bişopînin. Siyasetmedarên di girtîgehan de, dema ji bo parlamentoyê hatin hilbijartin divê bên berdan. Divê Guven jî bê berdan.”

Angela Davîs kî ye?

Angela Davîs di serdama Rîchard Nîxon de li DYA’yê weke ‘terorîst’ hat îlankirin û di sala 1970’yan de, ji ber  Panterên Reş  (Kara Panter) ên şoreşger weke sûdar hat dîtin û cezayê darvekirinê ji bo wê hat xwestin. Ji ber ku girtina Davîs di qada navnetewyî de rastî bertekên mezin hat, hatibû berdan. Davîs li DYA’ê wek girtiyeke siyasî ya herî bi nav û deng tê naskirin. Davîs akademîsyen e û di bin gelek xebatên girîng de îmzeya wê heye.