Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser berdevkê xwe diyar kir

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîna asayî de berdevkê xwe yê fermî diyar kir. Luqman Ehmê bû berdevkê Rêveberiya Xweser

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, civîna xwe ya asayî bi deste û buroyên rêveberiyê re li navenda rêveberiyê li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî pêk anî.

Meclisê, di civînê de rewşa karên deste û buroyan nirxandin û plana kar dan pêşiya xwe. Di civînê de hevserok, cîgirên meclisa rêveber, hevserokên desteyan û buroyên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê beşdaran geşedanên dawîn li herêmê û li bajarê Idlibê, daxuyaniyên Tirkiye û Amerîkayê yên dawîn ên li ser çêkirina herêmeke ewle nîqaş kirin. Beşdaran di nirxandinên xwe de diyar kir ku komên terorê bi fermana Tirkiyeyê bajarê Idlibê kontrol dikin, Tirkiye dixwaze ji çeteyên ku bi salan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, xilas bibe. Beşdaran teqez kir ku şênî û pêkhateyên gelê bakurê Sûriyeyê pişta xwe nadin tu aliyên derve ku parastina wan bikin, wan ala berxwedanê hildaye û li pêşiya gef û planên dagirkeran sekinîne.

Deste û buroyên Rêveberiya Xweser karê ku di nîvê vê mehê de kirine, zehmetî û pirsgirêkên ku li pêşiya wan derketin û awayê çareserkirinê nîqaş kirin. Meclisa rêveber li ser girîngiya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji koçberên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê re teqez kir ku ev yek ji bendên girîng ên plana paşerojê di civîna xwe de diyar kirin. Meclisa Rêveber, piştî nîqaşan Luqman Ehmê wek berdevkê fermî yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir. GIRÊ SPÎ