Xebatkarê HDP’ê dersînor kirin

Halîd Muslum ê Kobanî yê di serdegirtina avahiya HDP’ê ya Rihayê de hatibû binçavkirin, dersînor kirin

Li Rihayê, di dema çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hat destpêkirin de, polîsan di 6’ê kanûnê de bi ser avahiya HDP’ê ya Rihayê de girt û ji 47 kesên binçav kirin 5 jê hatibûn girtin û ji bo penaberê ji Kobanê yê xebatkarê HDP’ê Halîd Muslum jî biryara dersînorkirinê hatibû dayîn.

Parêzerên Muslum ê nêzî salekê bû li avahiya HDP’ê ya Rihayê çaygerî dikir, ji bo rawestandina biryara dersînorkirinê serî li Dadgeha Îdarî ya Herêmî û Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn. Lê, polîsan piştî Muslum birin Navenda Paşveşandinê ya Oguzelî ya Dîlokê, hat dersînorkirin. Hat diyarkirin ku Muslum gihîştiye xizmên xwe yên li Kobanê. RIHA

Dikarî Biecibînî