Di salvegera yekemîn de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin

Yekemîn salvegera dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê bi çalakiyên cur bi cur hat şermezarkirin û di çalakiyan de hat gotin ku dê têkoşina gelê kurd heta rizgarkirina Efrînê bidome

Salvegera Efrînê ku di 20’ê çileya 2016’an de ji aliyê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ve hatibû dagirkirin, bi çalakî û daxuyaniyan hat şermezarkirin.

Efrîniyên li gundê Babinsê yê Şehbayê bi pêşengiya KPC’ê li dijî dagirkeriya Efrînê meşek li dar xist. Endamên KPC, xwendekar û welatiyên Şehbayê tev li meşê bûn û meş heta stadyuma gundê Banbinsê dewam kir. Di meşê de daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de êrîş û dagirkeriya dewleta tirk hat şermezarkirin û hat gotin ku ji dîrokê heta niha gelê kurd her tim bi êrîş û qirkirinan re rû bi rû maye. Hat diyarkirin ku mînaka herî dawîn a êrîş û qirkirinan jî dagirkirina Efrinê ye û ev tişt hat gotin: “ Gelê kurd li dijî êrîşan bi hêz û baweriyek mezin li ber xwe da. Li dijî dijminê mirovahiyê, DAIŞ’ê gelê kurd têkoşînek mezin da. Dê têkoşîn û berxwedana gelê kurd a li dijî dagirkeriyê bidome û tu kes nikaribe îradeya azad tune bihesibîne.”

Ji bo Efrînê banga serhildanê

Di heman mijarê de Meclisa Rêvebera a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi daxuyaniyeke nivîskî dagirkirina Efrînê şermezar kir û li dijî dagirkerî û rizgarkirina Efrînê banga serhildanê kir.

Li Qamişloyê pêşangeha Efrînê

Buroya Jinê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk ji bo salvegera dagirkirina Efrînê li Qamişloyê bi dirûşma ‘Em bi hev re Efrînê azad bikin’ pêşangeh li dar xist. Sazî û dezgeyên sîvil, endamên Rêveberiya Xweser û bi sedan welatiyên li Qamişloyê beşdarî pêşangehê bûn. Di axaftinên pêşengehan de hat gotin ku heta Efrîn rizgar bibe dê berxwedan bidome û gelê kurd dê tu carî serî netewîne. QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî