Rojnameger Taşkin hat berdan

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Seda Taşkin a berî demekê ji ber nûçeyeke wê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, bi biryara Dadgeha Edliyeya Herêma Erziromê hat berdan

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Seda Taşkin ku Dadgeha Cezayê Giran a 2’yan a Mûşê di 10’ê cotmeha 2018’an de îdîaya ” alîkariya rêxistinê ” û propagandaya rêxistinê 6 sal û 3 meh ceza lê birîbû hat berdan. Bi biryara guncavdîtin (tensîp) a navberê ya Dadgeha Îstinafê Taşkin ji Girtîgeha Jina ya Sîncanê hat berdan.

Taşkin di 20’ê kanûna 2018’an de li Mûşê hatibû binçavkirin û bi şertê kontrolkirina edlî hatibû berdan. Lê belê li Enqereyê dîsa hatibû binçavkirin û li ser îtiraza dozgeriyê Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Bedlîsê der barê Taşkinê de biryara girtinê dabû. AMED