‘Bila 20’ê Çileyê bibe Roja Efrînê ya Cîhanê’

Li paytexta Norwêc Osloyê gelek rêxistin û komeleyan bi daxuyaniyeke çapemeniyê bang li partiyên siyasî, sendîka û saziyên din kirin ku 20’ê çileyê wek ‘Roja Efrînê ya Cîhanê’ nas bikin

Di 20’ê çileya 2018’an de dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê bi tang, top û balafirên şer êrîşê Efrînê kirin û Efrîn dagir kirin. Ev salek e Efrîn di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ne. Di nav salekê de hemû gelên Efrînê bi darê zorê hatin koçberkirin û hemû dewlemendiya bajêr li ber çavê hemû cîhanê hat talankirin û hê jî tê ev talankirin berdewam e. Lê ji roja ku Efrîn hatiye dagirkirin heta niha, hewldanên ji bo rizgakirina Efrînê didomin. Ji bo vê yekê gelek kampanya hatin lidarxistin û di çarçoveya van kampanyayan de hovîtiya dewleta tirk û çeteyan a li Efrînê li hemû cîhanê hatin teşhîrkirin.

Di çarçoveya van hewldanan de li partexta Norwêc Osloyê gelek rêxistin û komeleyan bang kir ku 20’ê Çileyê wek ‘Roja Efrînê ya Cîhanê’ were naskirin.

Dostê kurd siyasetmedar û nivîskar Erlîng Folkvord û aktîvîsta norwêcî Tord Vîktor bi navê rêxistin û komeleyan li navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Osloyê daxuyanî dan çapemeniyê.

Beriya êrîşê Efrîn cihek bi ewle bû

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku herêma Efrînê beriya êrîşa dewleta tirk herêmeke bi ewle bûye û wiha hat gotin: “Hikûmeta Efrînê, tevî ku cihê xwe di şerê navxweyî yê sala 2011’an de yê ji bo têkbirina Esad negirt jî, bi demê re beşdarî nav Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bû. Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ji bo sîstema civakî ya piralî û demokratîk a vê federasyonê ji holê rake, di şerê Sûriyeyê de gelekî hewl da. Piştî ku Tirkiyeyê dest bi êrîşa dagirkeriyê ya li ser Efrînê kir, mîna xwecihên Efrînê gelek mexdûrên şer ên xwe li Efrînê girtin, neçar man Efrînê biterikînin.”

Dagirkerî li dijî hiqûqa navneteweyî ye

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîş û dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk ve li dijî hiqûqa navneteweyî ye û wiha hat domandin: “Efrîn hîn jî dagirkirî ye. Ji bo Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî hemûyan ji Efrînê vekişîne, em bang li Neteweyên Yekbûyî û welatên endam hemûyan dikin ku zextê li Tirkiyeyê bikin. Heta ku Efrîn dagirkirî be, ne pêkan e ku aştî li herêmê bi cih bê.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji ber vê yekê, em bang li partiyên siyasî, sendîka û saziyên din hemûyan dikin ku 20’ê Çileyê wek Roja Efrînê ya Cîhanê nas bikin û destekê bidin.” OSLO