Meclisê pirsnameya ji bo Guven red kir

Meclisa Tirkiyeyê pirsnameya parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca ya der barê Leyla Guven û Ocalan de, bi hinceta ku ‘fikrên xwe yên şexsî nivîsandine’ red kir

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca ji bo bersivandina wezareta dadê, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin ku di roja 72’yemîn de didome, pirsnameyek pêşkeşî meclisê kir. Lê serokê meclisê bi hinceta ‘fikrên xwe yên takekesî nivîsandine’ pirsname red kir.

Feleknas Ûca di 10’ê kanûna sala 2018’an de ji bo ku wezareta dadê bi bersivîne, der barê Leyla Guven de pirsname dabû serokê meclisê. Di pirsnameyê de Ûca diyar kir ku çalakî li gelek welatên Ewropayê û cîhanê jî belav bûye. Beşa di pirsnameyê de ku weke sedema redkirina pirsnameyê hatiye pêşkeşkirin wiha ye: “Mafên birêz Ocalan ên zagonî, name, parêzer û hevdîtina bi malbatan re tê astengkirin. Mafê telefonê, hevdîtina bi malbatê û parêzeran re mafekî zagonî ye. Mafên li girtîgehên din divê li Îmraliyê jî hebin.”

Sedema pirsên ku bûn sedema redkirina pirsnameyê wiha ne:

1 -Ji bo daxwazên  Leyla Guven bên guhdarkirin û bêhiqûqiya heyî bi dawî bibe hewldanên we çi ne?

2 – Herkes dixwaze ku daxwazên Leyla Guven bên qebûlkirin û hesasiyetek bê nîşandan. Gelo hûn bawer in ku zagon bi adilane pêk tên?

3 – Bi tu awayî bi birêz Abdullah Ocalan re têkilî nayên danîn. Gelo ma ev ne binpêkirina mafan e? Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê çareseriya we çi ye? ENQERE