‘Divê em bibin dengê Guven û hevrêyên wê’

Navenda Nûçeyan

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk, Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê silav kir û diyar kir ku divê deng bidin dengê Guven û hevrêyên wê

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk têkildarî hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 72 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ye, daxuyayaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê deng bidin dengê Guven û hevrêyên wê û ev tişt parve kirin: “Gelê kurd ji gelê tirk û gelên din tiştekî zêde naxwazin û hemû daxwazên wan mirovî û rewa ne. Dîrokê nîşan daye ku; hebûna zilmê ya ji pêşerojê û heta roja me ya îro, li hemberî têkoşîna mirovên berxwedêr û wêrek têk çûne. Em berxwedêrên îro, Leyla Guven û rêhevalên wê silav dikin.”