Li parka Minbicê pitikek hat dîtin

Hêzên Ewlehiya Hundrîn pitikeke çend rojî li parka giştî ya Minbicê dîtin

Dema ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li nav bajarê Mibicê digeriyan, nêzî parka giştî ya Minbicê pitikeke (zarokek çend rojî) dîtin. Hat ragihandin ku pitik di nav betaniyekê de pêçayî bûye.

Bi awayekî lezgîn Hêzên Ewlekariya Hundirîn pitik rakirin nexweşxaneya El- Furat a bajêr. Pitik di bin çavdêriya tenduristî de ye. Hat zanîn ku pitikê hîn çend rojî ye.

Hêzên Ewlekariya Hudirîn lêpirsîn dan destpêkirin, ji bo ku bizanibin kî ew pitik avêtiye kolanê. MINBIC

Dikarî Biecibînî