Rojnameger Reyhan Çapan hat berdan

Midûra Karê Nivîsan a rojnameya Ozgur Gundemê Rehyan Çapan ji ber cezayê pereyan der lê hatibû birîn nedihat tahliyekirin, duh bi şev hat berdan

Midûra Karê Nivîsan a rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, Reyhan Çapan di 10’ê gulana 2018’an de hat girtin û şandin girtîgeha Erziromê. Parêzerên Çapan ji ber ceza ketiye bin salekê û di çarçoveya serbestiya bi kontrol de bê berdan serî li dozgeriya hepsê da. Di encamê de ji bo Çapan duh biryara berdanê hat dayîn. Lê bi boneya 55 hezar û 660 TL cezayê pereyan li Çapan hatibû birîn, nedihat berdan. Bi hewldana parêzeran Çapan duh bi şev di çarçoveya serbestiya bi kontrol hat berdan.  STENBOL