Pêşbaziyên siyasî pirsgirêkên Kerkûkê kûrtir dikin

Pêşbaziya leşkerî û siyasî ya welatên derve pirsgirêkên Kerkûkê kûrtir dikin. Xelkên bajarê Kerkûkê destwerdana derve ya li ser Kerkûkê red dikin. Xelkên Kerkûkê dibêjin ew dixwazin xwe bi xwe rê ve bibin û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin

Pirsgirêkên bajarê Kerkûkê yên ji sala 2003’an ve dewam dikin, bi destwerdana welatên derve û pêşbaziya navbera Herêma Federal a Kurdistanê û Iraqê gihîştiye asteke bilind. Ji ber vê pêşbaziyê metirsiya li ser pêkhateyên Kerkûkê her ku diçe zêde dibe.

Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an kurdan zêdetirê herêmên di bin destê xwe de wenda kirin. Ji wê demê ve Kerkûk weke para YNK’ê dihat dîtin û ji aliyê waliyê bi wekalet Rakan Ciburî ve dihat birêvebirin. YNK dixwaze careke din peywira walîtiya Kerkûkê bi dest bixe. PDK jî dibêje, ji ber ku serokkomariya Iraqê gihîşt YNK’ê, ji bo vê pêwîst e walîtiya Kerkûkê bikeve destê PDK’ê.

Pêşbaziya PDK û YNK’ê

Pêşbaziya di navbera PDK û YNK’ê de, dibe sedem ku Kerkûk bê walîyê fermî be û kurd rêveberiya di bajêr de wenda bikin. Niştecihên kurd ên li Kerkûkê diyar kirin ku li bajarê Kerkûkê gelek bûyerên ne yasayî, ji aliyê waliyê bi wekalet ê Kerkûkê ve, li dijî kurdan tên kirin.

Ji aliyek din ve Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştî bûyerên 16’ê Cotmehê, venegeriya bajarê Kerkûkê. PDK Kerkûkê weke bajarek dagirkirî bi nav dike. Li gorî çavdêran jî ev helwesta PDK’ê, bi nakokiya di navbera YNK û PDK’ê ve girêdayî ye.

Di 9’ê vê mehê de Yekitiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) li bajarê Kerkûkê li ser malbenda 2, mekteba siyasî ya YNK’ê û baregehên xwe yên din alên Herêma Federal Kurdistanê bilind kir.  Lê piştî 2 rojan YNK’ê alên Herêma Federal a Kurdistanê ji ser baregehên xwe anî xwar û tenê li ser baregeha mekteba siyasî û malbenda xwe hêla.

Bilindkirina alên Herêma Federal a Kurdistanê ya li Kerkûkê, di bajêr de bû sedema aloziyê. Waliyê bi wekalet yê Kerkûkê Rakan Cibûrî, dixwest bi darê zorê ji ser baregehên YNK’ê bîne xwarê. Lê Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî got ku divê li ser vê mijarê dadgeha federal a Iraqê biryarek bide.

Bilindkirina alên Herêma Federal a Kurdistanê ya li Kerkûkê, bû sedema nerazîbûna hinek pêkhate û aliyên siyasî yên li Kerkûkê jî.

Eniya Erebên Yekgirtî hat avakirin

Piştî ku YNK’ê ala Herêma Federal a Kurdistanê li ser baregehên xwe bilind kir, hinek hizb û aliyên ereb yên li bajarê Kerkûkê, di 12’ê vê mehê de Eniya Erebên Yekgirtî ava kirin û ragihandin. Li gorî vê eniya hat avakirin, ew naxwazin carek din vegerin beriya 16’ê Cotmeha 2017’an. Her wiha eniyê got ku ew rêzê li destkeftiyên ku piştî 16’ê Cotmeha 2017’an hatin bidestxistin, digrin. Çavdêrên siyasî avakirina vê eniyê weke bertekek neteweyî ya li hemberî kurdan pênase dikin.

Yek ji xalên di bernameya Adil Ebdulmehdî de, ew bû ku guftûgo der barê navçeyên bi nakok de bên destpêkirin û hewl bê dayîn bi rêya madeya 140 a destûra Iraqê pirsgirêka navçeyên bi nakok were çareserkirin. Lê ji roja hikûmet ava bûye ve, tu pêngavek ji bo vê mijarê nehatiye avêtin. Hikûmeta Iraqê jî bi temamî nehatiye avakirin. Ev pirsgirêk bû sedem ku rewşa bajarê Kerkûkê jî aram nebe.

Destwerdana dewleta tirk

Destwerdana herî zêde ya ji derve ya  li ser Kerkûkê tê kirin, ji aliyê dewleta tirk ve tê kirin. Dewleta tirk dixwaze bi rêya tirkmenên li Kerkûkê hebûna xwe li Kerkûkê zêde bike. Gelek belgeyên ku Tirkiye ji bilî tirkmenan alîkariya komên terorîst û çeteyên DAIŞ’ê dikin, hene. Destwerdana Tirkiyeyê û alîkarîdayîna çeteyan ji bo têkbirina aramiya herêmê ye. Weke mînak di 8’ê nîsana 2018’an de li gundê Humerî yê ser bi bajarokê Reşad a dikeve ser Hewîce ya ser bi Kerkûkê, di şerek yê di navbera çeteyên DAIŞ û Heşdî Şebî de, li ser bedena yek ji çeteyên ku hatî kuştin ala Tirkiyeyê hebû.

Her wiha di 11’ê tîrmeha 2018’an de jî endamê berê yê Parlamentoya Iraqê Şiwan Dawidî wiha got: “Ji aliyê dewleta tirk ve, hêzek leşkerî ya ku ji 500 kesan pêk tê, ji bo Eniya Tirkmenan hatiye avakirin. Ev hêz ji aliyê dewleta tirk ve tê birêvebirin û hemû karên wê ji aliyê Tirkiyeyê ve tê meşandin. Her wiha pereyê hêza hatiye avakirin jî ji aliyê dewleta tirk ve tê dayîn.”

Ji bilî vê di sala 2017’an de waliyê wê demê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm got ku dê ala Herêma Federal a Kurdistanê li Kerkûkê bilind bikin. Lê dewleta tirk bertekek tund nîşanî vê da û gotin ku ew vê yekê napejirînin. Di serî de serokkomarê tirk Recep Tayîp Erdogan got ku ew bilindkirina ala Herêma Federal a Kurdistanê li Kerkûkê qebûl nakin.

Di sala 2018’an de sefîrê tirk ê Iraqê Fatîh Yildiz du caran serdana Kerkûkê kir. Yildiz di serdana xwe de got ku bajarê Kerkûkê, bajarê bav û kalê wan e. Ev yek rastî nerazîbûna welatiyên Kerkûkê hat. Welatiyan gotinên Fatîh Yildiz weke dagirkeriya Kerkûkê binav kir.

Dewleta Tirk ji aliyek din ve, got ku ew dixwazin konsolosxaneya xwe li bajarê Kerkûkê vekin. Her wiha bi îmzeya Erdogan jî biryar hatiye dayîn ku Tirkiye, peymangehekê li bajarê Kerkûkê veke.

Li gorî çavdêrên siyasî, bi van kiryarên Tirkiyeyê jî diyar dibe ku Tirkiye dixwaze hêj zêdetir destwerdanê li Kerkûkê bike. Hewldanên bi vî awayî yên dewleta tirk, di bin sedema aramiya bajêr xira bibe û jiyana hevbeş a pêkhateyên nav bajêr de xira bibe.

Destwerdana Îranê

Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an gelek komên hêza Heşdî Şebî li Kerkûkê bi cih bûn. Heşdî Şebî bi nêzîkatiya xwe ya bi Îranê ve tê naskirin. Li gorî çavdêran Îran bi rêya Heşdî Şebî gelek komên cuda yên ku nêzîkî wan in, li Kerkûkê zêde kirine. Ev yek jî aloziyên li Kerkûkê zêde dike. Çavdêr dibêjin ku Îran dixwaze zextên Amerîkayê li ser xwe kêm bike û bala hêzên Iraqê û Amerîkayê bikêşe ser bajarê Kerkûkê.

Di vê çarçoveyê de hewldanên Îranê yên xwe bi cihkirina li Kerkûkê dewam dikin. Beriya çend rojan şandeyek ji rêveberên Îranê yên ku berpirsên supaya pasdarên Îranê jî hebûn serdana Kerkûkê kirin.

Her wiha li gorî hin agahiyan, hêzên Amerîkayê xwe li Kerkûkê bi cih kirine. Çavkanî dibêjin ku Amerîka ji polîsên federal ên Iraqê dixwaze baregeha leşkerî ya K1 a li Kerkûkê vala bikin. Bê guman ev hemû gotegot in. Tu saziyek fermî van agahiyan piştrast nekirine. Lê piştî serdana serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo Iraqê, liv û tevgera leşkerên Amerîka yên li Iraqê zêde bûye.

Hemû pêşbaziyên derve û navxweyî di bin sedema rewşa Kerkûkê aloztir bibe. Asta pêşbaziya di navbera welatan de li Kerkûkê gelek zêde bûye. Niştecihên Kerkûkê ji bo vê yekê bi fikar in. Niştecihên Kerkûkê li hemberî van pêşbaziyan nerazî ne. Kerkûkî diyar dikin ku divê alî û welatên derve, pêşbaziya xwe ji Kerkûkê derbixin. Kerkûkî dixwazin niştecihên Kerkûkê bi xwe bajarê xwe bi rê ve bibin û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin.

Berpirsyarên vê rewşê PDK û YNK ne

Welatiyê bi navê Aso Mihemed ku xelkê bajarê Kerkûkê, der barê rewşa niha ya Kerkûkê de axivî û wiha got: “Rewşa Kerkûkê ne zelal e. Di asta yekem de PDK û YNK ji vê rewşê berpirsyar in. Ev yek bûye sedem ku destwerdana ji derve a li ser Kerkûkê zêde bibe. Bi taybetî jî ji aliyê dewleta Tirkiye û Îranê ve. Tirkiye Kerkûkê weke xaka bav û kalên xwe dibîne. Ji aliyek din ve dixwaze konsolosxaneya xwe li Kerkûkê veke. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kerkûkê, me behsa jiyana hevbeş a neteweyên Kerkûkê kiriye. Em li hemberî hemû planên li ser neteweyên Kerkûkê ne. Bi taybetî em dixwazin kerkûkî xwe bi xwe bi rê ve bibin.”

Welatiyek din ê bi navê Soran Ebdulkerîm jî li ser heman mijarê axivî û wiha got: “Destwerdana dewleta tirk a li ser Kerkûkê bi awayekî ber bi çav tê dîtin. Tirkiye dixwaze bi rêya erebên sinî û tirkmenan, ji bo aramiya bajêr pirsgirêk derbixe. Her wiha ketina Îranê ya li herêmê ne ji bo yek parçebûna Iraqê bû. Ji bo vê rolek mezin a dewleta tirk û Îranê di xirakirin û nezelalkirina rewşa Kerkûkê de heye.” KERKÛK

Çavkanî: ROJNEWS

Dikarî Biecibînî