Rojnameger Karaagar hat bibîranîn

 

Rojnameger û malbata rojnameger û nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar di 26’emîn salvegera kuştina wî de li ser gora wî ew bi bîranîn. Rojnameger Adnan Bîlen, bal kişand ser cînayetê Karaagar û wiha got: “Cînayeta Karaagar bi kuştina Hrant Dînk xwe nû kir û paş ve vegeriya.”

Rojnameger û nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaag ku di 19’ê Çileya 1993’an de li Wanê hat kuştin, di 26’emîn salvegera kuştina xwe de li Goristana Hacibekîr hat bibîr anîn.

Di bernameyê de hempîşeyên wî yên rojnameger û malbata wî amade bûn. Bîranina Karaagar bi rêzgirtinê dest pê kir. Ewil hevjîna Karaagar Sînem Karagar diyar kir ku Orhan Karaagar ne tenê kurê wan, kurê her kesî ye û wiha got: “Hevalên wî bi kedek mezin li têkoşîna wî xwedî derdikevin. Em Karaagar û hevalên wî yên şehîdên çapemeniya azad ji bîr nakin.”

Rojnameger Adnan Bîlen jî li ser gorê axivî û wiha got: “Di ser kuştina Orhan Karaagar de 26 sal derbas bûn. Ji bo kujerên Karaagar ronî bibin malbat û hevalên wî yên çapemeniyê têdikoşin. Lê heta niha tu kujer nehatin dîtin. Malbata Karaagar û hevalên wî yên çapemeniyê 26 sal in li edaletê digerin. Hevalê me Orhan ji aliyê mekanîzmaya tarî ku dewletê ew diparastin ve hat kuştin. Ew hêzên tarî ku Orhan kuştin îro hêj li ser kar in û tên parastin. Hevalê me Orhan 26 sal berê ji aliyê hêzên tarî ve hat kuştin. Piştî kuştina Orhan jî zextên li ser çapemeniyê yên wekî kuştin, binçavkirin û girtinan berdewam kir. Bi dehan hevalên me yên ku ala Orhan dewirvgirtin hatin kuştin. 26 sal in hêj kujer nehatine darizandin. Di 16 salên vêvhikûmetê de jî zextên li ser çapemeniyê berdewam kirin. Di vê pêvajoyê de rojname û televîzyonên me hatin girtin. Hevalên me yên agahî û nûçeyan bi gel re parve dikin hatin girtin. Lê kirin û nekirin, çapemeniya azad gav paşve neavêt. Em carek din dubare dikin. Îro ala hevalê me Orhan ku rakiriye, ji aliyê xebatkarên çapemeniya azad ve bêtir tê rakirin û bêhtir tê bilindkirin.”

Bîlen, destnîşan kir ku îro salvegera kuştina Gerînendeyê Rojnameya Agosê Hrant Dink e û wiha berdewam kir: “Kujerên nediyar îro li ber deriyê Agosê ne. Dîsa paşve vegeriyan. Di cînayeta Hrant Dink de dîsa derketin holê. Ger ku kujerên hevalê me Orhan hatibûna dîtin û darizandin îro li pêş Agosê Hrant qetil nedikirin. Em carek din di şexsê Orhan Karaagar û Hrant Dink de hemû şehîdên çapemeniyê bibîr tînin. Em dê her dem meşaleya wan geş bikin.”

Komê piştî axaftinan qurnefîl avêtin ser gora Karaagar û belav bûn. WAN

Dikarî Biecibînî