‘Hûn nikarin êşên di dilê me de dorpêç bikin’

Navenda Nûçeyan

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan ên li Stenbol, Amed, Êlih, Edene û Îzmîrê di vê hefteyê de jî aqûbeta xizmên xwe pirsîn. Di vê hefteyê de Hrant Dînk jî hate bibîranîn û beşdaran daxwaza edaletê kir

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan di vê hefteyê de bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ li Stenbol, Amed, Êlih, Edene û Îzmîrê daketin qadan. Di çalakiya vê hefteyê de Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan, Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk bi bîr anî û gotin ku heta dawiyê dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Di vê çarçoveyê de Dayikên Şemiyê di hefteya 721’emîn de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê dayikan û parêzvanên mafên mirovan di bin dorpêça polîsan de li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dayikan tîşortên ku wêneyên windayan li ser bûn li xwe kirin, wêne û qurnafîl hildan. Di çalakiyê de parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum, Huda Kaya û Oya Ersoy jî amade bûn.

‘Hûn ne dilwêrek, qatil in’

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta karsazê Kurd Abdullah Canan ku di sala 1996’an de li navçeya Gever a Colemêrgê hatibû binçavkirin û windakirin hate vegotin. Kurê Canan, Tayyîp Canan di çalakiyê de axivî û wiha got: “Di sala 1995’an de gundê me ji hêla leşkeran ve hate şewitandin. Bavê min û xizmên me jî îtîraz kir û giliyê sûc kirin. Lê mixabin qatil hatin parastin. Em ê tu carî dev ji têkoşîna maf, hiqûq û edaletê bernedin. Bavê min kuştin. Dibe ku min jî bikujin lê divê baş bizanin ku em ê dest ji vê têkoşînê bernedin. Dibe ku hûn bikaribin vê qadê dorpêç bikin lê gelo ma hûn ê bikarin êşên di dilê me de dorpêç bikin? Ez ji qatilên ku xwe dispêrin biryara beraetê re dibêjm; hûn ne dilwêrek in, hûn qatil in. Ger ku hûn ewqas mêrxas bin, werin em li serdozgeriya komarê hevrû bibin. Lê em ê heta dawiyê li pey we bin.”

Aqûbeta Abdullah Canan vegot

Piştre jî xwişka Hasan Ocak, Masîde Ocak daxuyaniya vê hefteyê xwend û wiha got: “Abdullah Canan dema ku di sibeha 17’ê çileya sala 1996’an de ji Geverê bi erebeya xwe diçû Colemêrgê hate windakirin. Ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin. Malbata Canan her tim bû hedefa dewletê. Yên ku Canan bi îşkenceyê qetil kirin û ew winda kirin, diyar in. Em dixwazin bêcezakirina kujerên Canan bi dawî bibe.”

Yûsûf Tunç li ku ye?

Di hefteya 519’emîn de Xizmên Windayan ên Amedê û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê jî li avahiya ÎHD’ê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de gelek nûnerên rêxistinên civakî û partiyê siyasî jî amade bûn. Di çalakiyê de rêveberê ÎHD ya Amedê parêzer Hasan Yalçin axivî û bal kişand ser 12’emîn salvegera qetilkirina Hrant Dînk. Yalçin got ku tevî bi ser qetilkirina Dînk re 12 sal derbas bûn û faîl diyarin jî,  hîn kujer nehatine darizandin. Yalçin diyar kir ku cînayeta Dînk jî yek ji cînayetên hîn faîlên wan nehatine dîtinin.

Endamê Desteya Rêveberiya Weqfa Surp Gîragos a Ermenî Gafur Turkay jî da zanîn ku heke li Tirkiyeyê gorên ermenan bihatina dîtin û gorên qurbaniyên kujerên wan nediyar bihatina dîtin, dê Hrant Dînk û gelek kesên din nehatibûna kuştin. Herî dawî jî aqûbeta Yûsûf Tunç ê ku di sala 1994’an de li gundê Kengerlî yê Qoser a Mêrdînê hatiye windakirin hat pirsîn.

Hrant Dînk hat bibîranîn

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan ên Êlihê jî di hefteya 425’emîn de li avahiya komeleyê civiyan. Beşdaran wêneyên windayan hildan. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Prz. Devran Yildiz bal kişand ser cînayeta Hrant Dînk û Dînk û qurbaniyên cînayetan bibîr anî.

Li Edeneyê merasîm pêk hat

Her wiha Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê jî ji bo bîranîna Hrant Dînk li avahiya komeleyê bernameya bîranînê li dar xist. Di merasîmê de parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîpmogullari û gelek kes amade bûn. Di bîranînê de li ser jiyana Dînk sînevîzyonek hate nîşandan. Beşdaran Dînk bi bîr anî û çalakî bi pêxistina findan bi dawî bû.

Kuştina 11 cerdevenan pirsîn

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê û Xizmên Windayan di hefteya 465’emîn de ji bo dîtina xizmên wan ên hatine windakirin û berdena girtiyên nexweş, li ber avahiya Serokwezîriyê ya Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de aqûbeta 11 cerdevanên bi navên Ahmet û Halît Kaya, Abdullah Îlhan, Ali û Ramazan Nas, Neytullah Îlhan, Ramazan Oruç, Hamît û Abdulhalîm Yilmaz, Mehmet Oner û Lokman Ozdemîr ên ku di 10’ê çileya sala 1996’an de li gundê Gêrê yê navçeya Basa ya Şirnexê hatine kuştin pirsîn.

Xweliya cenazeyan dan malbatan

Daxuyanî ji hêla rêvebera şaxa ÎHD’ê Caner Canli ve hate xwendin. Canli wiha got: “Welatiyên hatin binçavkirin di serî de birin Tabûra Cendirmeyan a Taşkonakê û li wir bi îşkenceyê hatin kuştin. Di 15’ê çileya 1996’an de cendirme li keyayê gunde Koçyurdu cerdevan Mehmet Oner geriya û got ku kesên hatin binçavkirin dê berdin û bila mînîbusekê bişîne. Lê Oner ket şikê û tevî ajokar, Ramazan Nas, cerdevan Hamît Yilmaz û Lokman Ozdemîr jî şandin. Plakaya mînîbusê 56 AH 320 bû û birin Tabûra Cendirmeyan a Taşkonakê. Lê cerdevanên ku piştre çûn jî hatin kuştin û tevî 6 gundiyan, cenazeyê 10 kesan bi koltixên dolmîşê ve girê dan û çûwal xistin serê wan. Piştî minîbus gihîşt nuqteyekê, leşker ji minîbusê daketin û ajokar rêya xwe berdewam kir. Lê kêliyek piştre tîmên taybet pêşiya minîbusê girt û gule reşandin. Herî dawî cenazeyên deh kesan şewitandin û xweliya wan teslîmî malbatan kirin. Beyî ku nasnameyan tesbît bikin û wecîbeyên olî pêk bînin, bi komî hatin veşartin.”

Başlangiç: Cenaze nedihatin naskirin

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di 13’ê sibata sala 1996’an de Koma Xebatê ya Ji bo Aştiyê Bi Hevre Ne, çû Basayê. Vê komê dewlet sûcar kir û der barê serfermandariyê de serlêdana sûc kirin. Rojnameger Celal Başlangiç ku çûbû cihê bûyerê di got ku cenaze nedihatin naskirin. Dozgerê ku ji bo lêpirsînê nasnameya welatiyan pirsî, çawişê pispor nasnameya 11  welatiyan ji bêrîka xwe derxist û da dozger. Li ser vê yekê dozger nasname ji bêrîka xwe derxist û dest ji lêpirsînê berda. Piştî bûyerê Munir Ceylan, Ercan Kanar û Şanar Yurdatapan, rastî cezayê hepsê hatin. Lê piştre dadgehê doz xera kir û doz bi beraetê bi dawî bû. Malbatan piştre serî li DMME’yê dan û DMME’yê cezayê tazmînatê birî. Wezîrê Dewletê yê berê Adnan Ekmen vê yekê di daxuyaniyê xwe de îtîraf dike. Em dixwazin ku aqûbeta 11 cerdevanên hatin şewitandin bê ronîkirin.”

This slideshow requires JavaScript.

Dikarî Biecibînî