Bi hezaran kesan Hrant Dînk bi bîr anî

Di salvegera 12’emîn a qetilkirina Hrant Dînk de, bi hezaran kes li cihê hat qetilkirin çalakî li dar xist. Di çalakiyê de hat xwestin ku kujerên Dînk bên darizandin û soza domandina têkoşînê hat dayîn

Bi boneya 12’emîn salvegera kuştina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, bi tevlêbûna bi hezaran kesan li ber avahiya kevin a Rojnameya Agosê ku lê hatibû qetilkirin, merasîma bîranînê hate lidarxistin. Di çalakiyê de bi hezaran kesan dirûşma ‘Yê got bikuje bila bê darizandin’ berz kirin. Di bîranînê de li gel wêneyê Dînk, wêneyê serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî jî hate hildan.

Di bîranînê de peyama karsaz Osman Kavala yê ku ji salekê zêdetir e li Girtîgeha Silîvriyê tê girtin hate xwendin. Piştre jî qeyda dengê Hrant Dînk hate guhdarîkirin. Di bîranînê de awaza strana ‘Sari Gelîn’ bênavber hate guhdarîkirin. Daxuyaniya merasîmê ji hevalên Dînk, keça nivîskar Sabahattîn Alî, Fîlîz Alî xwend.

‘Cînayet nehatiye ronîkirin’

Fîlîz Alî got ku di 12’emîn salvegera qetilkirina Dînk de jî li ber deriyê rojnameyê ne û wiha domand: “Piştî te her roja ku çû, malbata me pêl bi pêl mezin bû, mezin dibe û em li vir bang dikin. Ev 70 sal in ku bavê min jî winda ye û cînayet nehatiye ronîkirin. Hêzên tarî bi her awayî dixwazin her cure muxalefetê bitepisînin. Ev yek jî wêrekiyê dide wan. Ji her deh salan carekê hêzên tarî ji nav me kesekî dibin û tunekirina nirxên me didomînin. Rojnamegeran, nivîskaran, hunermendan, mirovên zana kuştin û birin. Pişt re di nav civakê de her ku çû birînên kûr vebûn û nehatin dermankirin.”

‘Ev ax û welat ê me ye’

Di berdewamê de jî Alî got ku malbata wan a ku her diçe mezin dibe nizane bê ka westan çiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êdî Dayikên Şemiyê ne li Qada Galatasarayê ne. Êdî di kolanên teng de çalakiyên xwe li dar dixin. Dixwazin civakê pasîfîze bikin. Hrantê dilovan; dîsa jî em ne bêhêvî ne. Yên ku bêdeng nabin, hene. Em hêj li vir in. Em naçin cihekî din. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Dema tu hatî kuştin ên temenê wan biçûk, niha mezin bûne û li vir te bi bîr tînin û ketine pey kuştina we. Pirsan dipirsin û bêdeng namînin. Em di her çileya zivistanê de li vir in û mezin dibin. Em ê her tim li vir bin. Hêvî li vir e! Ev ax û welat ê me ye.”

Piştî daxuyaniyê bîranîn bi berzkirina dirûşmên ‘Ji bo Hrant ji bo edaletê’ û ‘Em hemû Hrant in û em hemû ermen in’, merasîm bi dawî bû. STENBOL

 

Dikarî Biecibînî