Artêşa tirk gundê Enzê bombebaran kir

Hêzên artêşa tirk derdora gundê Enzê yê Binarê Qendîlê bomberan kirin

Balafirên hêzên artêşa tirk derdora gundê Enzê yê Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, balafirên şer ên dewleta tirk gundê Enzê bombebaran kirin.  Têkildarî encamên bombebaranê tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta tirk demek berê jî hiqûqa navneteweyî binpê kiribû û bi balafiran êrîşî Wargeha Penaberan a Mexmûrê (Şehîd Rûstem Cûdî) û Şengalê kiribûn. Di encama êrîşê de li Mexmûrê ji heman malbatê 4 kes û li Şengalê jî 3 sivîl hatibûn qetilkirin. BEHDÎNAN