Girtîgeha Zarokan: Tirkiye

Bişar Durgut/Amed

 

Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Amedê Yûsûf Erdogan diyar kir ku zêdetirî 3 hezar zarok di girtîgehan de ne. Erdogan got ku bi vê yekê re dewlet zarokan ji azadiya wan bêpar dihêle û bêhiqûqiyê dike

Yek ji welatên herî zêde mafên zarokan lê tên binpêkirin, Tirkiye ye. Li gorî daneyên rexistinên ku mafên zarokan diparêzin, Tirkiye di tacîz, tecawiz, tundî, zext û di îstîsmarkirina zarokan de li cîhanê di rêza 3’yemîn de ye.

Her wiha yek ji welatên ku weke ‘girtîgeha zarokan’ tê naskirin jî Tirkiye ye. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê, herî kêm 3 hezar zaroka di girtîgehan de ne. Ji van zarokan gelek jê piştî ku dayika wan hatiye girtin ji neçarî ketine girtîgehê, gelek jê di girtîgehê de ji dayik bûne û yên din jî bi tewanbariyên cur bi cur hatine girtin.

Wezareta edaletê daneyên zelal nade

Têkildarî mijarê endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Amedê Yûsûf Erdogan ji e-rojnameyê re axivî. Erdogan da zanîn ku li gorî xebatên li girtîgehan û serlêdanên malbatan, zêdetirî 700 zarok tevî dayikên xwe ji ber ‘sûcên ku nekirine’ di girtîgehê de tên girtin. Erdogan diyar kir ku têkildarî zarokên di girtîgehê tevî dayikên xwe dimînin, wezareta edaletê heta niha tu agahiyên zelal parve nekirine û tevî hemû bangewaziyan jî, ji bo başkirina rewşa van zarokan tu pêngav neavêtine.

Zarokên li girtîgehê ji dayik dibin

Erdogan daxuyand ku mayîna zarokan a tevî dayikên wan di girtîgehê de, tê wateya cezakirina zarokan jî û wiha domand: “Bi taybetî jî zarokên ku dayikên wan di dema ducaniyê de ketine girtîgehê û li girtîgehê ji dayik bûne, jiyana xwe li girtîgehê derbas dikin. Ji roja destpêkê ve zarok, rastî hemû pêkanînên li girtîgehê tên. Balkêş e ku polîtîkayên ewlehiyê yên li girtîgehê, di heman demê de li ser zarokan jî tên ferzkirin. Ango dayik rastî çi pêkanînê bê, li zarok jî tê ferzkirin. Zarok jî tevî dayika di cîhazên ewlehiyê re derbas dibin. Ev jî rê li ber pirsgirêkên girîng ên tenduristiyê vedike.”

Tenduristiya zarokan

Di berdewamê de jî Erdogan got ku di dema înfazkirina cezayê dayikê de, ji zarokan re cih, qadeke lîstikê yan jî ji bo peresîna zarokan tu qadên pêwîst nayên amadekirin û wiha domand: “Zarokên li girtîgehê ji dayik dibin, rastî ‘statûya sûcdar’ tê. Ev rewş ji bo zarokên din jî derbasdar e. Ji ber şertên girtîgehê, di rûçikê zarokan de gelek nexweşî derdikevin û pêşketina wan qels dibe.”

Dewlet sûc û bêhiqûqiyê dike

Der barê nêzikatiya dewletê ya li hemberî zarokan jî Erdogan wiha got: “Her çiqas rayedarên dewletê bibêjin ‘tiştekî ku em bikin tune ye’ û ‘sûcekî ku hatiye kirin heye’ jî, zarokan jî dikin hevparê ‘sûcê hatiye kirin’ û bi vê yekê re jî ‘sûc û bêhiqûqiyê’ dikin. Her çiqas pir kêm jî bin, alternatîfên weke paşdexistina dema razanê, hepsa malê û hwd. hene. Divê ev alternatîf bikevin meriyetê û alternatîfên nû bên pêşkeşkirin.”

Zêdetirî 3 hezar zarok girtî ne

Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Amedê Yûsûf Erdogan di berdewamê de jî bal kişand ser rewşa zarokên ku bi îdiayên ‘sûc kirine’ hatine girtin. Erdogan bi lêv kir ku li gorî daneyên Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê yên nîsana sala 2017’an, nêzî 2 hezar û 800 zarok di girtîgehê de ne. Erdogan daxuyand ku ev hejmar bi sala 2018’an re zêdetir bûye û 3 hezar derbas kiriye. Erdogan destnîşan kir ku zelalkirina hejmara zarokên di girtîgehê de hinek zehmet e û wiha derbirî: “Dane, ji raporên tên amadekirin, pêşnûmepirsên li meclisê û serlêdanên li girtîgehan tên amadekirin. Lê ji bo zelalkirina hejmarê têrê nake.”

Danezana NY’ê tê binpêkirin

Yûsûf Erdogan piştre jî Danezana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY)  bi bîr xist û ev nirxandin kir: “Di peymanê de tê destnîşankirin ku girtina zarokan, divê rêbaza herî dawî be. Her wiha tê gotin ku ger zarok bê girtin jî divê di demeke herî kin de bê berdan. Lê dema ku em li tedbîra girtinê ya li Tirkiyeyê dinihêrîn, dev ji girtina demeke kin berde, dema ku serî li tedbîra girtina zarokan didin jî gelek mafan binpê dikin. Dema ku wezareta dadê daneyan parve dike, pênaseya zarokên girtî yên siyasî û edlî dike. Bi tedbîra girtina zarokan re nêzikatiyeke ‘cudaker’ hem di gotin û hem jî di pratîkê de heye. Nêzikatiya li dijî zarokên girtî, li gorî tewanbariyan diguhere. Zarokên îdiayên sûcên edlî û siyasî hatine girtin, tên îzolekirin û nahêlin ku hev bibînin. Bi polîtîkayeke cudakar re mafên zarok tê binpêkirin û têkilî bi temamî jê re tê qutkirin.”

Zarok rastî lêgerîna tazî tên!

Di berdewamiyê de jî Erdogan bal kişand ser zarokên bi îdiayên sûcê siyasî tên tewanbarkirin û wiha axivî: “Têkiliya wan a bi zarokên bi îdiaya sûcê edlî tên tewanbarkirin bi temamî tê qutkirin, bi tenê dimînin û nahêlin bi zarokên din re li heman eywanê bên cem hev. Ev jî bandoreke neyînî li derûniya wan dike. Ev mînak jî nîşan dide ku li girtîgehan li gorî ‘sûcan’ nêzikatî diguhere. Ev polîtîkaya cudakar, li ser derûniya zarokan bandoreke neyînî çê dike. Ev zarok, di ketina girtîgehê de mîna girtiyên temen mezin rastî ‘lêgerîna tazî’ tên. Di hevdîtinên me de zarokan diyar kir ku ji ber ku li dijî vê pêkanînê derketine, rastî cezayên cezayên disiplînê hatine. Her wiha bi hinceta ku qeydên girtîgehê binpê kirine, ji çalakiyan bêpar hiştine û demekê dirêj jî ji mafê xwe yê telefonê hatiye mehrûmkirin.”

‘Divê girtîgehên zarokan bên girtin’

Herî dawî jî Erdogan ev tişt destnîşan kir: “Bi girtina zarokan re azadiya wan tê binpêkirin û ev yek nayê qebûlkirin. Bi vê rêbazê re zarok ji ‘sûcê’ ku kiriye dûr nakeve. Dewlet ji bo zarokên ji girtîgehê derdikevin jî xwedî tu projeyekê nîne. Em dibêjin ku divê tedbîr û rêbazên alternatîf bên çêkirin. Divê girtîgehên zarokan bên girtin, xebatên di asta herî jor de di sûda zarok de bên destnîşankirin. Girtîgeh li gorî zarokan nînin û divê polîtîkayên ji bo zarokan baş bikevin meriyetê.”

Pirsgirêkên tenduristiyê

Her çiqas pitik Arîn a ku tevî dayika Esma Yilmaz û zarok Miraz ku tevî dayika xwe Gulistan Dîken Akbaba tê girtin di raya giştî de hatibin zanîn jî, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi sedan zarok û pitikên di heman rewşê de hene. Zarokên di girtîgehê de di hêla fizîkî de bi nexweşiyên giran re rû bi rû dimînin û li hêla din jî rastî tramvayên psîkolojîk tên. Li gorî lêkolînan, zarokên ku ji girtîgehê derketin, di hêla liv û tevgeran de pirsgirêkên micid dijîn û di entegrebûna jiyana civakî de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin.

Pozanti û Şakran tenê du mînak in

Karneya Tirkiyeyê ya di mijara zarokên di girtîgehê de jî gelek baş nîne. Di sala 2012’an de diyar bû ku li Girtîgeha Pozantiyê 7 zarok rastî tacîz û tecawiza gardiyan û xebatkarên girtîgehê hatine. Her wiha li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê jî gelek zarok rastî îşkence, tacîz û tecawizê hatin. Derket holê ku xebatkarên girtîgehan ji madeyên hişbirê heta gelek alavên ku zarok pê zirarê didin xwe dixin girtîgehê. Herî dawî jî li Girtîgeha Zarokan a Amedê zarokek rastî êrîşa gardiyanê girtîgehê hatibû û gardiyan hewl da bû ku zarok bixeniqîne.

 

Dikarî Biecibînî