Polîsan bi darê zorê ala tirk bi karwana dawetê ve daliqandin

Polîsên dewleta tirk li Amedê bi ser eywaneke dawetê de girtin û hemû beşdarên dawetê di GBT’ê re derbas kirin û bi darê zorê ala tirk bi karwanê dawetê ve daleqandin

Li Amedê polîsan mudaxaleyî dawetekê kir û bi darê zorê ala tirk bi karwana dawetê ve daleqnd. Li navçeya Hênê ya Amedê polîsên tirk bi hinceta ku destmalên bi rengên kesk, sor û zer bi karwana xwe ve daleqenadine, bi ser eywaneke dawetê de girt. Bi hinceta ku ev reng qedexe ne polîsan hemû kesên ku beşdarî dawetê bûn di Kontrola Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin.

Piştî GBT’ê polîsan bi hinceta îfadedayînê beşdarekî dawetê binçav kir û ji eywanê derketin. Lê dema şahî li eywanê bi dawî bû û xwediyên dawetê xwestin vegerin navçeya Pasûrê ya Amedê polîsan di derketina Hênê de pêşiya karwana dawetê girt û bi darê zorê ala tirk bi wesayîtên karwana dawetê ve daleqand.

Welatiyekî ku di nav karwanê de bû û ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide têkildarî mijarê ev agahî parvekirin: “Polîsên taybet ala tirk anîn û bi darê zorê bi wesayîtên me ve daleqandin û xwestin al heta Pasûrê bi wesayîtên me ve daleqandî bimînin. Dema em li dijî vê yekê derketin gefa îfadegirtinê li me xwarin. Li ser rêya Licê û Hênê em careke din ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û me careke din di GBT’ê re derbas kirin.” AMED

Dikarî Biecibînî