Di hedefa DAIŞ’ê de Xaneqîn û Celewla hene

Êrîşên DAIŞ’ê yên li Xaneqîn, Celewla û Xurmatû didomin. Ji ber êrîşên çeteyan bi kêmanî 20 gund hatin valakirin

Herî pir Xaneqîn, Celewla, Xurmatû û gundên wan li Iraq û Kurdistanê bûne hedefa çeteyên DAIŞ’ê. Meha pêşî ya 2019’an jî DAIŞ’ê herî pir berê xwe da van herêman.

Di 20 rojên pêşî yên sala nû de çeteyên DAIŞ’ê ji 10 caran zêdetir êrîş birin ser Xaneqîn û Celewlayê. Ji ber êrîşên DAIŞ’ê yên sala 2018’an di nav sînorên Xeneqîn û Celawlayê de zêdetirî 20 gundên kurdan û erebên sinî hatin valakirin.

Tê gotin DAIŞ a ku hêzên polîsan ên federal ên Iraqê û gundiyan dike hedef, dixwaze li Xaneqîn û Celawlayê xwe xurt bike. Êrîş ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve yên li çiyayê Hemrînê ku di navbeyna Diyala û Xaneqînê de ye û yên li gund û çiyayê Pelkanê ya Xurmatû ve tên kirin. SILÊMANÎ

Dikarî Biecibînî