Ji bo Nedîm Turfent kampanyaya îmzeyan

Dr. Zerdesht Haco li ser navê Navenda PEN’a Navneteweyî bang li endam, berendam û dostên PEN’a Kurd kir û xwest her kes ji bo azadiya Nedîm Turfent îmzeya xwe ji navenda wan re bişîne

Dr. Zerdesht Haco li ser navê Navenda PEN’a Navneteweyî bang li endam û berendamên Navenda PEN’a Kurd kir û xwest ji bo nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) serbest bê berdan, îmze bişînin. Navenda PEN’a Navneteweyî destnîşan kir ku Nedîm Turfent 1000 roj in girtî ye û wiha got: “Nedîm Turfent, peyamnêrê ajansa DÎHA’yê ya di 12’ê gulana 2016 de ji aliyê dewleta tirk ve hate girtin e. Navendê xwest ji bo berdana Nedîm Turfent îmzeyan ji navnîşana ku li ser navê Nedîm Turfent a nedimtuerfent@pen-kurd.org re bişînin.”

Navendê da zanîn ku îmzeyên hatin komkirin ew jî dê ji PEN’a Navneteweyî re bişînin û destnîşan kir ku kesên dixwazin îmze bişînin tenê nav, paşnav û bajar an jî welatê xwe binivîsin û ji maîla nedimtuerfent@pen-kurd.org re bişînin. AMED

Dikarî Biecibînî