Dayikên rojhilatê Kurdistanê piştgirî dan Guven

Navenda Nûçeyan

Komek ji Dayikên Aştiyê yên rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgirî dan çalakiya Leyla Guven û hemû berxwedêrên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne

Çalakiya bêdem û bêdorveger a hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, ev 74 roj in bi biryardariyeke mezin didome. Her roj piştgiriya ji bo Guven û girtiyan di girtîgehan de ketine greva birçîbûnê mezin dibe.

Di çarçoveya van piştgiriyan de komeke ji Dayikên Aştiyê yên rojhilatê Kurdistanê li hev kom bûn û piştgiriya xwe anîn ziman. Civata dayikan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre dayikan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de dayikan ragihand ku ew piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hemû berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Kurdistanê û derveyî welat.

Dikarî Biecibînî