Azadiya Welat tenê ne rojname bû

Kadrî Esen – Amed

Xwediyê îmtîyazê yê dawîn ê Azadiya Welat Ramazan Olçen diyar kir ku ji ber rol û rista ku girtiye ser xwe Azadiya Welat nikare tenê wek rojnameyekê bê dîtin û ev tişt got: “Ev rojname di esasê xwe de bi saya têkoşîna gelê kurd a ji bo azadiyê derket holê û weke eniyeke wê têkoşînê jî heta îro jî bi nav û nîşanên cuda rêya xwe dewam dike.”

Di dîroka gelan de hin roj hene, ji ber bûyerên ku tê de qewimîne, mora xwe li dîrokê xistine û ji bo gelan bûne rojên serbilindahî û şanaziyê. Ji ber ku Azadiya Welat beriya 23 salan di rojeke mîna îro de li Stenbolê bi awayekî heftane dest bi weşanê kir, îro ji bo gelê kurd yek ji wan rojan bû. Azadiya Welat ji vê rojê heta 15’ê Tebaxa 2006’an bi awayekî heftane weşana xwe didomîne.

Di 15’ê Tebaxê de Azadiya Welat di rojnamegeriya kurdî de pêngaveke dîrokî davêje û dest bi weşana rojane dike. Rojnameyê vê weşana xwe ya rojane heta 29’ê cotmeha 2016’an ku bi KHK’ê hat girtin jî  domand. Desthilata AKP’ê hinceta girtina wê jî ji ber zimanê (kurdî) wê yê weşanê wek gefa li dijî ewlehiya neteweyî nîşan da.

Azadiya Welat roja ku dest bi weşanê kiriye û heta roja ku hat girtîn jî her tim rastî zextan hat û ji ber lêpirsînên ku bi sedan caran lê hatin vekirin, gelek caran hat girtin. Her wiha bi dehan xebatkarên rojnameyê jî ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê bi hincetên vala hatin girtin. Dîsa bi dehan xebatkarên rojnameyê di dema şopandina nûçeyan de li kuçe û kolanan ji aliyê kontroyên dewletê ve hatine qetilkirin.

Gelek kes gihandin       

Her wiha li gel van hemû zext û pêkutiyan jî Azadiya Welat gelek kes gihandine. Kesên ku niha bi nivîsê re mîjûl dibin û wek nîvîskarên kurd tên nasîn, rêya gelek ji van kesan bi Azadiya Welat ketiye. Piraniya kesên ku niha bi kurdî çîrok, roman, helbestan dinivîsin, haveynê xwe yê nivîsandinê ji Azadiya Welat girtine. Ji ber vê yekê mirov bi hêsanî dikare bibêje ku Azadiya Welat ji salên 1990’î heta roja ku hat girtin jî li gel peywira xwe rojnamegeriyê peywira dibistanekê jî girt ser xwe.

Li aliyê din dîsa ji ber zext û pêkutiyên ku li ser hatine meşandin gelek kesên Azadiya Welat ew gihandine, neçar mane ku terka Kurdistanê bikin û derbasî welatên Ewropayê bibin. Yek ji van kesan jî xwediyê îmtîyazê yê dawîn ê Azadiya Welat Ramazan Olçen bû. Olçen jî herî dawîn havîna borî neçar ma ku derbasî Ewropayê bibe û ji ber xebatên wî yên rojnamegeriya kurdî, ji aliyê Serodzgeriya Komarê ya Amedê ve niha jê re 15 sal ceza tê westin.

Dibistana bû akademî

Bi boneya 23’yemîn salvegera weşana Azadiya Welat me xwe gihand Olçen û li ser rojnameyê pê re hevpeyvînek kir. Olçen di hevpeyvîna xwe de li ser rol û rista ku Azadiya Welat girtiye ser xwe radiweste û dibêje ku ji ber wate û kûrahiya wê Azadiya Welat nikare tenê wek rojnameyekê bê nirxandin. Berferihaiya hevpeyvîna me ya bi Olçen re bi pirs û bersivên xwe wiha ye;

-Li gorî we Azadiya Welat çi bû û kî/kê dixwend?

Azadiya Welat rojnameyek bû, lê di heman demê de ji rojnameyekê wêdetir xwedî wate û kûrahiyê bû. Wê gelek şaş û kêm be ku mirov bi tenê bi çavê rojnameyekê li Azadiya Welat binihêre. Ji bo miletên ku bi awayekî li ser rûyê cîhanê xwe bi xwe bi rê ve dibin, bi zimanê xwe danûstandinê dikin, zarokên xwe bi zimanê xwe perwerde dikin û digihînin; rojname xwedî wateyeke cuda ye. Ew cure milet ji bo ku ji rûdanên dawîn agahdar bibin li wê amûra ku jê re tê gotin, rojname dinihêrin. Bes ji bo miletê kurd rewş ne wisa ye. Heke mirov çaryek sedsala dawîn jê derxe, mafê jiyana bi zimanê wî jê hatiye standin. Îcar her çend gotineke qerase be jî miletekî ku bi zimanê xwe nejî di heman demê de bi çand û hunera xwe re jî najî, bi dahûnêrînên xwe re jî najî, bi rêûresm û ayînên xwe re jî najî. Miletê kurd di rewşeke wisa de bû.

Beriya bi çaryek sedsalê komeke maqûl û xwendeyên kurd ji bo vê rêveçûna xerab biguherînin, ji bo ku qet nebe ev rojname bibe dibistaneke biçûk ev sazûmaniya ku îro ro em jê re dibêjin Azadiya Welat ava kirin. Ev rojname di esasê xwe de bi saya têkoşîna gelê kurd a ji bo azadiyê derket holê û weke eniyeke wê têkoşînê jî heta îro jî bi nav û nîşanên cuda rêya xwe dewam dike.

Dema ev rojname di sala 1996’an de dest bi weşanê kir weke ku axeke di qêleqija havînê de terikîbe û li benda ava jiyanê be, kurd, kurdîhez bi wî awayî lê xwedî derketin. Xwendin û dan xwendin. Helbet di nava demê de ew dibistana ku me destpêkê behs kir bû akademî. Ji wê akademiyê bi sedan rojnamevan, bi dehan nivîskar heta siyasetmedar derketin. Xisleta wan a sereke kurdbûn û zarokên wê rojnamê bûn.

Delîl û îspata hebûnê

-Azadiya Welat ji sala 1996’an heta sala 2016’an li gel hemû astengî û zehmetiyan weşana xwe dike û dibe dengê gelê kurd. İsrara vê domandinê çî ye?

Rol û misyona Azadiya Welat ji dema destpêkê ve di esasê xwe de pîvanên gerdûniyên rojnamevaniyê ye. Helbet em nikarin hemû pîvanan li vir rêz bikin. Bes ev rojname ji xwe re dirûşmekê hilbijartibû û di wê oxirê de weşanê dikir; “Ji rastiyan tawîz nayê dayîn.” Îro heke tu bipirsî cara yekem kê vê dirûşmê bilêv kir. Herçî ez im, pênizanim. Jixwe zêde hewce jî nîne. Li aliyê din li gel vê dirûşmê ev karê ku jê re tê gotin rojnamevanî bi zimanekî birîndar lê berxwedêr dihat kirin. Bi kurdî û zaravayên kurdî. Îcar israra ji domandinê di vê xalê de xwe micid dike.

Weşageriyeke bi kurdî. Çi dibe bila bibe diviya bi vî zimanî weşan bihata kirin. Ez di wê baweriyê de me ku bi saya vê yekê em hemû xebatkarên rojnameyê yên destpêkê jî û yên xeleka dawîn jî xwe bi saya vê rojnameyê heyî dikirin. Pê re hebûna xwe hîs dikirin. Ev rojname ji bo me ji bo kurdan di heman demê de delîl û îspata hebûnê bû. Car bi car bi min re çêdibû ku heke ev rojname nebana kurdî-kurmancî wê ev çend bi pêşneketa. Heke ev rojname nebana weke ku min ê nikaribûya bi kurdbûnê bihesiya.

-Niha hûn wek xwediyê îmtîyazê yê Azadiya Welat ê herî dawîn, li derveyî welat in. Tişta ku we neçarî derveyî welat kir, çi bû?

Belê rast e. Ez xwediyê îmtiyazê yê dawîn ê AzadiyaWelat im. Êdî Azadiya Welat weke rojname tine ye. Lê weke min got, bi nav û nîşanên din ev rêwîtî dewam dike. Îcar mesela derketina derve. Meseleyekê ewqas ku nayê zanîn jî nîn e. Ji ber gefa girtinê û arezûya domandina xebatên kurdî, mecbûr mam derkevim derveyî welat. Xebatên xwe yên ji bo rojnamevaniya kurdî li derveyî welat jî didomînim. Helbet li welat meşandina vî karî li gel dijwariya xwe jî, hesteke bêhempa bû. Gelek bêriya wê xebatê dikim. Hê jî xwe ji Azadiya Welat re deyndar hîs dikim. Wê ev ziman parast, bi pêş xist. Wê kir ku em bi wî zimanê biaxivin û binivîsin. Weke dayik bû. Ya rastî dayik bû. Veqetîna ji ferdên malbatê ji hevalan zehmet e lê veqetîn û dûrketina ji dayika xwe gelekî zehmettir e.

‘Ba bi zimanê baranê naaxive’

-Herî dawî ji ber weşangeriya Azadiya Welat ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve der barê we de doz hat vekirin û heta 15 salan ceza ji we re hat xwestin. Hûn vê rewşê çawa şîrove dikin?

Belê ji ber kar û barê rojnamevaniya kurdî bi bahaneya endamtiya rêxistinê 15 sal ceza ji bo min tê xwestin. Helbet li derveyî welat pir bi rehetî dikarim bibêjim ku ev ji bo min cihê rûmetê ye, weke şeref e lê na ez ê ji bo xwe wisa nebêjim. Dozgeriya Amedê bi vê cezayê dixwaze di şexsê min de rojnamevaniya kurdî ceza bike. Rol û misyona Azadiya Welat ceza bike. Rûyê xwe yê faşîst û qirker bi vê yekê nîşan dide. Ev ceza ne ji Ramazan Olçen re ji Azadiya Welat re tê xwestin. Sûc mezin e. Zimanekî ku wan dixwest tune bikin. Azadiya Welat birînên wî kewand û vejand. Ji ber wê sedema esasî ew e û weke şexs cezayê ku ji bo min tê xwestin jî di nav vê hewla qirêjî de tenê detayek e.

-Wek rojnamegerekî heke hûn salên dûr û dirêj ên Azadiya Welat û rojnamegeriya kurdî ya ku îro tê kirin, bidin berhev, derbarê rojnamegeriya kurdî ya îro de dixwazin çi bibêjin?

Di serdemeke ew çend di warê teknolojiyê de bipêşketiye, helbet rojnamevaniya kurdî jî li gorî vê yekê bi pêş dikeve. Lê li aliyê din ji ber ku miletê kurd hê jî nebûye xwediyê dibistanên xwe yên xwemal, ji ber ku hê jî bazara xwe ya xwemal çênekiriye û hê jî nikare bi zimanê xwe bixebite û zikê xwe têr bike, ji ber wê jî hem di warê rojnamevaniya kurdî û hem jî di warê milletê kurd de problemên cidî hene.

Xweza û zindiyên di nav vê xweza-gerdûnê de bi zimanê xwe diaxivin û dijîn lê em hê jî negihîştine wê ferqê ku em bi zimanê xwe hene. Lê bi fikirin ba bi zimanê baranê na axive. Çûk bi zimanê kulîkê naaxive. Şêr bi zimanê keftar û rûviyan naxivin. Her zindî bi zimanê xwe diaxive. Ji ber ku çi li ser înternetê, çi li ser televîzyon û radyoyê, çi pirtûk û rojnameyan de û çi jî di nava jiyanê de heke em bi vî zimanî neaxivin, em karê xwe çiqas bi hostatî bikin jî dê ev ziman zenûn bibe û winda bibe. Helbet ez reşbîn nîn im lê rastî jî ji me re hin tiştan dibêje.

 

Dikarî Biecibînî