Leyla Guven mudaxaleyê qebûl nake

Çalakiya Leyla Guven a bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan ev 75 roj in didome. Parêzera Guven Gulşen Ozbek diyar kir ku rewşa Guven xirab bûye û Guven bi tu awayî mudaxaleya tibî û muayeneyê qebûl nake

Çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kiriye her ku diçe li girtîgehan belav dibe.

Çalakiya Leyla Guven ku bi armanca şikandina tecrîda li ser Ocalan di 8’ê mijdarê de dest pê kiribû, di roja 75’emîn de berdewam dike. Çalakiya endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî di roja 62’an de berdewam dike.

Çalakiya grevê ya li Strasboûrgê di roja 36’an de û çalakiya koma ewil a di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir jî di roja 37’emîn de berdewam dike. Niha nêzî 239 girtî li zêdeyî 40 girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger berdewam dikin.

Ji aliyê din ve rewşa Guven ku ev 75 roj in di grevê de ye her diçe girantir dibe.

Nekare derkeve hevdîtinê

Têkildarî rewşa tenduristiya Guven parêzer Gulşen Ozbek diyar kir ku duh bi şev ji bo hevdînê çûye Girtîgeha Tîpa E ya Amedê lê ji ber rewşa nebaş Guven nekaribûye derkeve hevdîtinê û ev agahî parve kir: “Li ser vê yekê min ji refaqetvan agahî girt û refaqetvan diyar kir ku rewşa Guven nebaş e û muayeneyê qebûl nake. Li aliyê din bi fermana Wezerata Tenduristiyê hejmara kontrola tenduristiyê hatiye zêdekirin. Lê Guven muayeneyê qebûl nake. Her wiha dîsa li ber deriyê girtîgehê hejmara polîs û wesayîtên zirxî hatine zêdekirin.”  AMED

Dikarî Biecibînî