‘Endamên DAIŞ’ê li Tirkiyeyê bi rihetî tevdigerin’

Alan Roj / ANHA

Çeteyê bi navê Fedil Ebdulrehman Ebdulmecîd ku radestî hêzên HSD’ê bû, diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li Tirkiyeyê gelek bi rihetî tevdigerin û got ku dema derbasbûna Sûriyeyê jî artêşa tirk tu pirsgirêk dernexistiye û rêya wan ronî kiriye

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di şerê dawîn ê Tunekirina Terorê de li berava çemê Firatê bi dehan endamên DAIŞ’ê girtin û komên din jî xwe radestî HSD’ê kirin. Yek ji van çeteyên ku xwe radestî HSD’ê kiriye Fedil Ebdulrehman Ebdulmecîd.

Fedil Ebdulrehman Ebdulmecîd ku bi navê Ebû Înam El-Mihacir tê naskirin, ji bajarê Lahor ê Pakistanê ye û di sala 1971’an de ji dayik bûye. Ebû Înam di refa (pol) dehan de xwendinê terk dike û li gel xizmên xwe di bazirganiya hesin de dixebite. Bi 3 jinên ji Pakistanê re zewiciye. Tev li rêxistina ‘Leşker Tîba’ ya Keşmîrê dibe û li dijî artêşa Hindistanê heya salekê şer dike, piştre vedigere Pakistanê.

Têkildarî tevlêbûna xwe ya çeteyên DAIŞ’ê û derbasbûna xwe ya Sûriyeyê, Ebû Înam diyar kir ku ew li Pakistanê kesek bi navê Ebdulsetar nas dike. Li gorî Ebû Înam, Ebdulsetar ji Pakistainê ye û wek koordînatorê DAIŞ’ê dixebite û endaman tev li rêxistinê dike. Ebdulsetar belgeyên pêwîst ji bo derketina Ebû Înam ji Pakistanê ber bi Tirkiyeyê ve amade dike û jê re diyar dike ku dema bigihêje Tirkiyeyê dê komek wî wergire û wî veguhêzin nuqteyên rêxistinê beriya ku bişînin Sûriyeyê.

Derbasî Edeneyê dibe

Ebû Înam destnîşan kir ku di sala 2015’an de piştî hemû karên xwe amade kiriye bi balafirê çûye Tirkiyeyê û wiha got: “Dema ez gihaştim Tirkiyeyê, kesek ez wergirtim, piştre yek bi telefonê bi min re axivî û got ew ê min bibin Edeneyê. Bi rastî jî em çûn Edeneyê.”

Çete Ebû Înam hebûna çeteyên DAIŞ’ê li Tirkiyeyê teqez kir û da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê li Tirkiyeyê bi awayekî rihet û birêxistikirî tevdigerin.

Di axaftina xwe de Ebû Înam girêdayî navenda wan a li Edeneyê û mekanîzmeya tevgera çeteyan wiha anî ziman: “Wek komek em ji Stenbolê hatin Edeneyê. Piştre di maleke mezin de em dabeş kirin. DAIŞ wek artêşeke birêxistinkirî tevdigeriya û ji ber hêsanbûna tevgera wan, mîna ku em li herêmên wan in, em matmayî diman. Ji ber ku em nû bûn, her tim em tehdît dikirin ger tiştên ku ji me dixwazin em pêk neynin, dê agahiyan bidin dewleta tirk. Her tişt ji me re pêşwazî dikirin da ku em dernekevin derve.”

Artêşa tirk rêya wan ronî kiriye

Ebû Înam têkildarî derbasbûna çeteyan a Sûriyeyê ev tişt anî ziman: “Bi rêya erebeyan em ji Edeneyê veguhestin sînorên Sûriyeyê.  Em komek ji 50 kesan bûn. Di nav me de malbat jî hebûn. Em ranawestiyan û kesekî erebeyên me nesekinandin an jî tiştek ji me pirs nekir. Rê mîna ku veguhestina ji bajarok ber bi bajarokê din ve bû. Em pê nehesiyan ku em derbasî Sûriyeyê bûne. Tenê dema em gihaştin El Raî, wê demê me zanî ku em li Sûriyeyê ne. Komên din ên ku derbasî Sûriyeyê bûne, ji me re gotin artêşa tirk ji wan re rêyên derbasbûna sînor ronî kirine.”

Di dawiya axaftina xwe de Ebû Înam got ku ew ji Raî diçe Reqqayê pişt re diçe Mûsilê û nêzî salekê li Mûsilê dimîne û tev li perwerdeya olî û leşkerî dibe û piştre dîsa vedigere Reqqayê.

Xwe radestî HSD’ê dike

Hêjayî bibîrxistinê ye çeteyê bi navê Fedil Ebdulrehman Ebdulmecîd ku bi navê Ebû Înam El Mihacir tê naskirin, tevî komek ji 5 endaman di encama kemîna HSD’ê de di 6’ê çileyê de xwe radestî HSD’ê kir. Li gorî Ebû Înam, erka wê komê ew bû ku koçberên sivîl ên ku ber bi herêmên HSD’ê ve direvîn, bişopînin û rê li pêşiya wan bigirin.

Dikarî Biecibînî