Divê heyetek ji parlamenteran biçe Îmraliyê

Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît ji bo heyetek ji parlamenteran pêk tê, biçe Îmraliyê û rewşa Ocalan lêkolîn bike, serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM’yê da

Hevberdevka HDK û parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigît ji bo heyetek ji parlamenteran biçe Girtîgeha Îmraliyê û şert, rewşa tenduristiyê û binpêkirina mafên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lêkolîn bike, serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM’ê da.

Di daxwaznameyê de Koçyîgît greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji 8’ê mijdara 2018’an ve didome bi bîr xist û got ku tekane daxwaza Guven rakirina tecrîda li ser Ocalan e.

Di berdewama daxwaznameyê de hat diyarkirin ku daxwaza Guven daxwaza tevahiya gelê kurd e û wiha hat gotin: “Tecrîdkirina li dijî Abdullah Ocalan 20 sal in bi rejîmek taybet tê birêvebirin. Divê li dijî vê binpêkirina mafan, di serî de mafên bingehîn bi cih bînin û bên parastin. Bêguman tevî hemû neyîniyên li dijî Ocalan, rol û mîsyona wî gelek girîng e. Di demek nêz de civaka Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê dît. Abdullah Ocalan dikare pêvajoya şer rawestîne. Ji bo muzakere pêk werin, şer bi dawî bibe û pirsgirêka kurd bi şiklên demokratîk bên çareserkirin aktorê herî bi bandor ê welat e. Daxwaza Leyla Guven daxwazek gelek aşkera û zelal e. Dixwaze ku tecrîdkirina Abdullah Ocalan ku aktorê herî bi bandor e, bi dawî bibe. 75 roj in çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven didome û êdî ketiye asteke xeternak. Çalakiya Leyla Guven çalakiyek rewa, mirovî, wijdanî û hiqûqî ye. Bi Leyla Guven re li gelek girtîgehan ji 230 girtiyan zêdetir jî bi heman armancê di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Di grevên birçîbûnê de di plana yekemîn de berpirsiyariya dewletê ya jiyînê heye. Ji bo daxwaza wan bê qebûlkirin her tişt di bin berpirsyariya dewletê de ye.”

Her wiha di dawiya daxwaznameyê de hat xwestin ku heyetek ji parlamenterên Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM’ê pêk tê, biçe Îmraliyê ziyaret bike û encama ziyaretê bi raya giştî re parve bike. ENQERE