Balafirên şer herêma Zapê bombebaran kirin

Balafirên şer ên artêşa tirk bombe li herêmên Sîda, Karker û Çiyayêreş ê herêma Zapê barandin. HPG’ê ragihand ku ji ber bombebaranê tiştek bi hêzên gerîla nehatiye

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser bombebarana balafirên şer ên artêşa tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Balafirên şer roja 19’ê çileyê saet di 14:45’an de bombe li herêma Sîda ya herêma Zapê, roja 20’ê çileyê saet di navbera 18:00-18:30’an de jî herêma Karker û Çiyayêreş ya herêma Zapê barandin. Di bombebaranê de tu zerar negihişt hêzên me.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî