Rojname nadin girtiyên di grevê de

HDP’ê têkildarî rewşa tenduristiya Leyla Guven daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku rewşa Guven her diçe giran dibe. HDP’ê ragihand ku rojnameya Yenî Yaşamê ku çalakiyên greva birçîbûnê diweşîne, nadin girtiyên di grevê de

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî rewşa Leyla Guven a ku ev 75 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HDP’ê diyar kir ku desthilatdariya ku ji bo bidawîkirina çalakiyê gav naavêje, êrîşî çalakiyên piştgiriyê yên ji bo grevên birçîbûnê dike û bi rêbazên cuda çalakiyan ji nedîtî ve tê û wiha got: “Li gorî agahiyên herî dawî ji 10’ê çileyê ve rojnameya Yenî Yaşam a ku çalakiyên greva birçîbûnê diweşîne, nadin girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ne.”

Di daxuyaniyê de HDP’ê destnîşan kir ku rewşa tenduristiya Guven her diçe giran dibe û muayeneyê qebûl nake û wiha domand: “Leyla Guven ji rêveberiya girtîgehê re ragihandiye ku ji ser  hişê xwe ve biçe jî mudaxeleya tibî qebûl nake. Guven ragihand ku ji derveyî şandeyeke tenduristiyê ya xweser a Yekitiya Tabîbên Tirkiyeyê (TTB) bijîşkên girtîgehê qebûl nake.” ENQERE