HSD’ê têkildarî teqîna li Hesekê daxuyanî da

Navenda Nûçeyan

HSD’ê têkildarî teqîna li Hesekê pêk hat, daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku bi saya hişyarbûna hezên wan û hêzên Koalîsyoan Navneteweyî çete negihiştine armancên xwe û tenê ziyanên madî çêbûn

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê teqîna îro ya li dijî karwaneke hêzên wan û leşkerên koaslîyonê li ser benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li nêzî pira 47 li navçeya Şedadê ya girêdayî Kantona Hesekî pêk hat, daxuyaniyek nivîskî weşand.

HSD’ê diyar kir ku hêzên wan pêngava rizgarkirina gundewarên Dêrazorê didomînin û derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê dixin û ev agahiyan parve kir: “Hêzên me roj bi roj bi pêş de diçin û  terorê li herêmê tine dikin, ji ber vê yekê rêxistina terorîst ji bo astengkirina pêngavê êrîşên xwekuj pêk tînin. Di 21‘ê çileya 2019‘an de, dema ku dewriyeke hevbeş a hêzên me û yekîneyek Hêzên Koalîsyona Navdewletî li ser rêya giştî ya bajarê Şedadê erka xwe pêk dianî, rêxistina terorîst bi wesayîteke bombebarkirî êrîşeke xwekuj hewl da dewriyeya me bike hedef. Lê hêzên me ji bo rêgirtina li ber êrîşî tedbîr girtin. Êrîşa hovane ya ku dewriyeya hevbeş a hêzên me û Koalîsyona Navdewletî ji ber hişyarbûna hêzên em, ne gihiştin armancên xwe, tenê ziyanên madî çêbûn. Êrîşên bi vî rengî nîşan dide ku rêxistina DAIŞ‘ê bi têkçûna xwe re stratîjiyeke nû xistiye dewrê, bi vê yekî êrîşên xwe yên terorîst zêde dike û hucreyên xwe yên veşarî dixe tevgerê.”

Her wiha HSD’ê diyar kir ku erka wan heta hemû herêm ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bibin dê bidome.