Yek ji rêyên berxwedanê: Greva birçîbûnê (I)

Kadrî Esen - Amed

Greva birçîbûnê çalakiyeke polîtîk e ku li cîhanê gelek kes, kom û tevger ji bo daxwazên xwe ketine grevên birçîbûnê. Dîroka greva birçîbûnê jî gelekî kevn e. Li gorî hin çavakaniyan di dema Împaratorê Romayê Tîberîûs de ji aliyê parêzerê bi navê Nerva ve li dijî cînayet û îskenceyên zêde çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 7’ê mijdara 2018’an de bi armanca ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, dest bi  çalakiya greva birçîbûne ya bêdem û bêdorveger kir. Piştî Guven hem li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hem jî li derveyî welat bi dehan kes bi heman daxwazê ketin greva birçîbûnê. Ji ber biryardariya van çalakiyan desthilata AKP’ê di 12’ê mehê de neçar ma ku birayê Ocalan, Mehmet Ocalan bişîne girava Îmraliyê û hevdîtin bide kirin.

Lê ji ber ku ev destûrdayîna hevdîtina bi Ocalan re ji aliyê çalakgeran ve wek şikandina tecrîdê nayê hesibandin, bi biryar in ku çalakiya xwe hate şikandina tecrîdê bidomînin. Ji ber vê yekê niha rojeva sereke ya gelê kurd tecrîd û grevên birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîdê hatine destpêkirin in.  Me jî ji bo ku hîn baştir bê fêmkirin li ser wate, dîrok û mînakên cihanê yên grevên birçîbûnê lêkolîn kir û agahiyên berfireh berhev kirin.

Wate û dîroka greva birçîbûnê

Destpêkê em binihêrin ka greva birçîbûnê çivye? Greva birçîbûnê ji bo bersivandina hin daxwazan xwe birçîhiştin e. Çalakiyeke polîtîk e ku ji aliyê kesek ango komek ve tê lidarxistin. Di hemû çandan de bi awayekî rêzdar tê pêşwazîkirin. Dîroka greva birçîbûnê jî gelekî kevn e. Li gorî hin çavakaniyan di dema Împaratorê Romayê Tîberîûs de ji aliyê parêzerê bi navê Nerva ve li dijî cînayet û îskenceyên zêde çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Nerva bi armanca ku Tîberîûs dev ji kiryarên xwe berde heta mirinê jî dev ji çalakiya xwe bernade.

Her çiqas di dîrokê de greva birçîbûnê bi Nerva dest pê kiribe jî dema ku qala çalakiya greva birçîbûnê tê kirin, destpêkê welatê Îrlandayê tê hişê mirovan. Beriya xiristiyaniyê li Îrlandayê dema mafê kesekî bihata xespkirin, kesê ku mafê wî dihat xespkirin, li ber derê kesê ku mafê wî xesp kiriye, dest bi çalakiya greva birçîbûnê (Troscadh û Cealachan) dikir. Ji ber destûrdayîna birçîhiştina kesekî ya ji bo daxwaza mafê xwe wek şermeke mezin dihat dîtin, kesê dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikir, bi vê çalakiya xwe digihîşt mafê xwe.

Di dîrokê de li dijî zilma serdestan gelekî çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi daxwazên cuda pêk hatine. Gelek çalakî heta bidestxistina daxwazên çalakgeran domiyane û bi awayekî erênî bi dawî bûne. Lê gelek çalakî jî rastî zordestiya serdestan hatine û serdestan bi darê zorê xurek bi çalakgeran dane xwarin. Her wiha gelek çalakî jî daxwazên çalakgeran nehatine bersivandin û çalakgeran jiyana xwe ji dest daye. Çend ji van çalakiyên girîng ku di demên cuda de li cîhanê pêk hatine mirov dikare wiha rêz bike;

Grevên Îrlandayê

Li Îrlandayê ÎRA’yê gelek çalakiyên grevên birçîbûnê li dar xistine. Piştî şerê navxweyî yê Îrlandayê di meha cotmehê ya sala 1923’an de 8 hezar endamên ÎRA’yê li dijî zextên Komara Îrlandaya Serbixwe dikevin greva birçîbûnê. Di vê grevê de endamên bi navê Denny Barry û Andrew O’Sullîvan jiyana xwe ji dest didin. Piştî vê yekê ji bo ku mirin pirtir çênebin çalakî tê bidawîkirin û endamên jin tên berdan. Endamên zilam jî piştî salek berdana endamên jin tên berdan.   

Di sala 1980’yan de jî li girtîgeha Mazeyê ya welat 7 girtiyên ÎRA’yê li dijî hikûmeta Îngilistanê dikevin greva birçîbûnê. Grev bêyî ku mirin çêbibe bi dawî dibe. Lê piştî salakê grev careke din dest pê dike. Lê vê carê girtî bi hev re dest bi çalakiyê nakin. Ji bo ku propagandayê derxin asta herî jor yeko yeko piştî mirina hev dikevin grevê. Di vê çalakiyê de Bobby Sands jî di nav de bi giştî 10 girtî jiyana xwe ji dest didin. Piştî vê yekê hikûmeta Îngilistanê hin tavîzan dide û çalakî bi dawî dibe. Ji aliyê sînemagerê îngilîz Steve McQueen ve li ser grevê fîlma bi navê ‘Birçîbûn’ (Hunger) tê kişandin.

Gandhî bi ser dikeve

Serokê Tevgerê Serxwebûna Hindistanê Mohandas Gandhî ku di salên 1922, 1930, 1933 û 1942’yan de tê girtin, li dijî dagirkeriya Îngilistanê ji bo serxwebûna Hindistanê dikeve çalakiyên greva birçîbûnê. Ji ber ku Gandhî ji aliyê cihanê ve tê nasîn, otorîteya Îngilistanê naxwaze ku Gandjî jiyana xwe ji dest bide û dawiya dawî daxwazên wî qebûl dike. Her wiha ji bilî Gandhî dema Tevgera Serxwebûna Hindistanê Jatin Das û Bhagat Singh jî serî li çalakiya greva birçîbûnê dane.

Çalakiya Sufrajetan

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bala cîhanê kişandiye ser xwe û li seranserê cîhanê hatiye bihîstin çalakiya jinanên Îngilistanê (Sufrajet) ye ku ji bo mafê bikaranîna dengê jinan pêk hatiye. Ev çalakî destpêka sedsala 20’emîn li girtîgehê çêbûye. Çalakî ji aliyê Marion Dunlop hatiye destpêkirin. Ji ber ku eleqeya ji bo çalakiyê zêde dibe Marion tê berdan. Desthilatdarên Îngilistanê yên demê paşê mudaxaleyî çalakiyê dikin û bi darê zorê xurekê didin çalakgeran. Ji ber vê yekê Mary Clarke, Jean Hewart, Katherine Fry û gelek jin jiyana xwe ji dest didin. Heman çalakî di heman demê de li Amerîkayê jî pêk hatine.

Çeka wan dikuje

Di tîrmeha 1921’an de li Rûsyayê 13 girtî li girtîgeha Tagankayê ji bo berdana xwe dikevin greva birçîbûnê. Di meha tîrmehê de ji aliyê saziya îstixbaratê ya Yekitiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetan (Çeka) ve tên kuştin. Dîsa tatarê Kirimê Mustafa Cemîlev ku ji sala 1966’an heta sala 1986’an li gelek girtîgehan girtî dimîne jî li dijî pergala soveyatê dikeve greva birçîbûne û heta 10 mehan di grevê de dimîne. Lê paşê bi darê zorê xurekê didinê û bi vê yekê ji mirinê rizgar dibe. Di dîroka mafên mirovan de wek kesê ku herî dirêj di greva birçîbûnê de maye tê nasîn.

Muxalifên Kubayê

Helbestkarê muxalif ê Kubayê Pedro Luis Boitel di 3’yê nîsana 1972’yan li dijî desthilata Kubayê ket greva birçîbûnê û piştî 53 rojan di 25’ê gulana 1972’an de jiyana xwe ji dest da. Li paytexta Kuba Havanayê bi awayekî bi nav hat veşartin. Dîsa di sala 2006’an de welatiyê bi navê Guillermo Farinas li dijî sansurkirina înternetê ket greva birçîbûnê û 7 mehan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê domand. Rêxistina Rojnamegerên Sînor Nenas bi xelata azadiya sîberê xelat kir.

Devê xwe didirûn

Li paytexta Kirgizistan Bîşkekê di 16’ê çileya 2012’an de li girtîgehan bi giştî 400 girtî li dijî zextên li ser xwe ketin greva birçîbûnê. Çalakgerên ku xwarina xurekê red kirin devên xwe dirûtin û çalakgiyeke şermezarkirinê jî li dar xistin. Lê piştî 10 rojan daxwazên girtiyan hatin bersivandin û çalakî bi dawî bû.

Fraksiyona Artêşa Sor

Li Almanyayê jî di navbera salên 1972 û 1975’an de ji aliyê Fraksiyona Artêşa Sor (RAF) ve çalakiyên grevên birçîbûnê tên lidarxistin. Di navbera van salan de endamên rêxistinê li dijî şert û mercên li girtîgehan û tecrîdkirin û qetilkirina xwe 3 caran dikevin greva birçîbûnê. Çalakiya wan a herî dirêj jî çalakiya wan a dawîn bû. Vê çalakiyê 145 roj domiya û di encamê de endamê rêxistinê Holger Meins jiyana xwe ji dest da.

 

 

Dikarî Biecibînî