Kampanyaya piştgiriyê 5 hezar îmze derbas kir

Navenda Nûçeyan

Kampanyaya îmzeyan ku li ser change.org’ê ya ji bo piştgirîdayîna Leyla Guven hatiye destpêkirin di nav 2 rojan de 4 hezar û 600 îmze derbas kir û hê jî ev kampanya didome

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin ev 76 roj in didome. Rêzeçalakiyên ji bo piştevaniya Guven jî roj bi roj berbelav dibin.

Ji bo piştgiriya Guven li ser change.org’ê kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hat destpêkirin. Kampanyaya îmzeyan di nav 2 rojan de 4 hezar û 600 îmze derbas kir û hê jî ev kampanya didome.

Di nivîsa kampanyayê de wiha tê  gotin:

Dawî li tecrîdê bîne,

73 roj in Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye.

Leyla Guven di 31’ê çileya 2018’an de ji ber operasyona li dijî Efrînê rexne kir, hat girtin.

Di 24’ê hezîrana 2018’an de wek parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê hat bijartin.

Ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.

Li Girava Îmraliyê li ber çavê hemû cîhanê bi salan e îşkence tê kirin. Ji bo ev îşkence bi dawî bibe Leyla Guven canê xwe danî holê û dibêje bila ev tecrîda şidandî bi dawî bibe. Piştî Leyla Guven nêzî 300 girtiyan jî bi heman daxwazê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin û ev greva birçîbûnê didome û belav dibe.

Bidawîkirina tecrîdê daxwaz dike çimkî;

– Ev tecrîd destpêka bilindbûna faşîzma AKP’ê ye. Rewşa Awarte îlan kirin. Azadiya ramanê qedexe kirin. Li dijî mafê rêxistinê û heta mafê jiyanê di bin êrîşên giran de ne. Di vê demê de ev êrîş li her deverê belav bûn. Van êrîşan anîn halek ji rêzê. Tecrîd li dijî hiqûqa neteweyî û navnetewî pêk tê. Tecrîd li dijî daxwaza jiyana bi hev re ya di nav aştiyê de ya gelên Tirkiyeyê wek êrîşekê ye. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd tecrîdkirina Ocalan astengî ye.

– Her wiha dewlet, birêz Abdullah Ocalan ê gelê kurd temsîl dike, ji bo aştiyê nexşerê amade kir û ji bo şer bi dawî bibe di nav hewldanan de ye, tecrîd dike û îhtîmala çareseriyek bi aştiyane, vegerîna maseya muzakereyê ji holê radike.

Dostên dilovan;

Rakirina tecrîdê tê wateya rakirina astengiyên li pêşiya gelên Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê û bi yekê dê kurd di nav jiyanek aştiyane û bi çanda xwe dikaribin bijîn. Li ser vê bingehê em di serî de bang li jin û hemû mirovên baweriya xwe bi aştî û piştevaniyê tînin ji bo dawîkirina tecrîdê vê nameyê îmze bikin.”

Lînka kampanyaya îmzeyan wiha ye:

https://www.change.org/p/leyla-guven-petition-for-leyla-guven

Dikarî Biecibînî