Li Almanyayê kurdistaniyekî dest bi grevê kir

Li bajarê Dûîsbûrg ê Almanyayê, kurdistaniyê bi navê Mûstafa Tûzak dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê yên Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, girtiyên azadiyê, berxwedêrên li Strasboûrg, Galler, Newport, Toronto û Den Haagê didomin.

Endamê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Mûstafa Tûzak ê li bajarê Dûîsbûrg ê Almanyayê ye, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Tûzak piştî ku di hefteya 343’an de li Strasboûrgê tev li çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Ocalan bû, 13’ê çileyê dest bi greva birçîbûnê kiribû û 8 rojan di grevê de bû. Tûzak ragihand ku ji îro û pê ve dê greva xwe ya birçîbûnê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Strasboûrgê bi rengekî bêdem û bêdorveger bidomîne.

Alîgirên ATÎK û MLKP’ê jî serdana Tûzak kirin û piştgirî dan wî. DÛÎSBÛRG 

Dikarî Biecibînî