Li Dêrazorê 2 hezar sivîl hatin rizgarkirin

Li Dêrazorê 2 hezar sivîl ku piranî jin û zarok in, ji aliyê şervanên HSD’ê ve hatin rizgarkirin û li cihên bi ewle hatin bicihkirin

Şervanên HSD’ê di çarçoveya Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ de li bajarokê Sûsê 2 hezar sivîlên din ku çeteyên DAIŞ’ê weke mertalên zindî bi kar dianîn, rizgar kirin

Di nav sivîlan de kesên nexweş û kesên dema ji ber çeteyan reviyabûn di encama teqîna mayînan de birîndar jî bibûn hebûn. Şervanên HSD’ê kesên birîndar û nexweş li navendên tenduristiyê bi cih kirin.

Sivîlan anî ziman ku piranî çeteyên li herêma Sûsê, Boxaz û Şefaayê biyanî ne û li malên wan mayîn bicihkirî ne. Şervanên HSD’ê beriya niha ji bo rizgarkirina sivîlan korîdoreke bi ewle vekiribûn. DÊRA ZOR

Dikarî Biecibînî