Dê HDP dest bi çalakiya nobedê bike

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullari têkildarî grevên birçîbûnê axivî û diyar kir ku ji bo piştgiriyê û balkişandina tecrîda li ser Ocalan dê 27’ê çileyê bi tevlibûna parlamenteran li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi çalakiya nobedê bikin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 76 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Bi heman armancê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li girtîgehan, Hewler û Strasbourga Fransayê hatiye destpêkirin jî didomin.

Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê ji ajansa ANF’ê re axivî.

Farisogullari diyar kir ku rewşa tenduristiya Guven ketiye asta krîtîk û wiha got: “Rayedarên AKP, CPT, Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê û saziyên edaletê yên navneteweyî bêdeng in. Ev bêdengî nayê qebûlkirin. Ji ber raya giştî û civak li ber tecrîdê bêdeng ma Guven û girtî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine û bi vê çalakiyê raya giştî û civak hişyar kirin.”

Di axaftina xwe de Farisogullari daxuyand ku ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê û bal kişandina tecrîda li ser Ocalan dê 27’ê çileyê bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi çalakiya nobedê bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku em ji qîrîna girtîgehan re bibin deng em ê ji 27’ê çileyê û pê ve bi navê wekîlên HDP’ê li ber deriyê girtîgehê dest bi çalakiya nobedê bikin. Heta çalakiyên li girtîgehan bidomin em ê jî di nav liv û tevgerê de bin. Em ê bi çalakiyên xwe deng bidin çalakvanên girtîgehan. Bêdengî mirin e û divê her kes bibe denge vê qîrînê.” AMED