ATK’ê îdia kir ku dayika Sîsê ‘bi zanebûn xwe xerab nîşan dide’!

Saziya Tiba Edlî (ATK) li ruxmê rapora Zanîngeha Mêrsînê ya ‘Ji sedî 97 fonksiyonên bedena wê winda bûne, mayîna wê ya li girtîgehê ji bo jiyana wê xetere ye’ jî raporek sosret ji bo Sîsê Bîngol amade kir û wiha got: “Hewl dide xwe xerab nîşan bide. Dikare li girtîgehê bimîne.”

Sîsê Bîngol a 85 salî ya li Girtîheja Jinan a Tarsûsê ye, di 2’yê mijdarê de rakiribûn Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Mêrsînê. Bîngol 8 rojan li nexweşxaneyê hatibû dermankirin û piştî 8 rojan hatibû gotin ku dê di nav 15 rojan de rapora wê bê amadekirin. Zanîngeha Mêrsînê der barê Sîsê Bîngol a 85 salî de rapor amade kiribû û gotibû ‘Ji sedî 97 fonksiyonên bedena wê winda bûne, mayîna wê ya li girtîgehê ji bo jiyana wê xetere ye’. Piştî zanîngeha Mêrsînê rapor amade kir û di 19’ê mijdarê de şand ji Saziya Tiba Edlî (ATK) re û parêzerên Sîsê Bîngol serî li ATK’ê dan û xwest Sîsê Bîngol serbest bê berdan. Lê nûnerên ATK’ê piştî muayeneyê der barê Bîngol de rapor amade kir û di raporê de wiha got: “Hewl dide xwe xerab nîşan bide. Dikare li girtîgehê bimîne.”

ATK’ê di raporê de destnîşan kir ku rewşa Sîsê Bîngol baş e û hişê wê li serê wê ye. Dîsa parast ku nebza dilê wê baş diavêje û ji ber bi tirkî nizane muayîneya oryantasyonê nehatiye kirin. ATK parast ku hevsengî û meşa wê asayî ye û dema wê didin axaftin hewl dide xwe xerab nîşan bide, ji xeynî şikayetên wê yên hestiyarî defîsît ên norolojîk nehatine dîtin.

Her wiha ATK’ê di rapora xwe de îdia kir ku rewşa Bîngol bi giştî baş e û dikare bi tena serê xwe tevbigere.

Ji Mûşê sirgûnê Tarsûsê kirin

Sîsê Bîngol di nîsana 2016’an de li gundê Gimgima Mûşê li mala xwe hat binçavkirin û bi îdiaya ‘Endama rêxistinê’ hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa F a Mûşê û di hezîrana 2016’an e ji ber sedemên tenduristiyê hat berdan. Lê Bîngol di danişîna ewil a nîsana 2017’an de bi îdîaya ‘Alîkarî daye rêxistinê’ 4 sal û 2 meh ceza lê birîn û dîsa şandin girtîgeha Mûşê. Piştî demekê Bîngol ji girtîgeha Mûşê şandin Girtîgeha Tîpa T ya Jinan a Tarsûsê.  AMED