Wekîl û şaredaran dest bi çalakiyê kir

Bi dehan parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP’ê ji bo balê bikişînin ser rewşa krîtîk a Leyla Guven û tecrîda li ser Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê dest bi çalakiyê kirin

Bi dehan parlamenter û hevşaredarên HDP’ê ji bo balê bikişînin ser rewşa krîtîk a hevseroka KCK’ê Leyla Guven ku ev 76 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, bi dirûşma ‘Bila tecrîd bi dawî bibe û Leyla Guven azad bibe’ li ber avahiya Konseya Ewropayê dest bi çalakiyê kirin.

Hevşaredar û parlamenterên sirgûnkirî jî di nav de gelek rayedarên HDP’ê û rêveberên partiyê saet di 08.00’an de li Boûlevard de I’Eûropeyê li hev civiyan û berdilkên bi zimanê îngilîzî yên bi nivîsa ‘Tecrîdê bi dawî bikin, Leyla Guven rizgar bikin’ li xwe kirin û dest bi çalakiyê kirin.

Wekîl, hevşaredar û rêveberên HDP’ê bi bîr xistin ku Guven 76 roj in ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye û bang li Konseya Ewropayê kirin ku demildest bikevin nav liv û tevgerê.

Wekîl û hevşaredarên li ber Konseya Ewropayê dest bi çalakiyê kirin wiha ne:

Parlamenter: Ahmet Yildirim, Besîme Konca, Demîr Çelîk, Faysal Sariyildiz, Kemal Aktaş, Leyla Bîrlîk, Lezgîn Botan, Mehmet Emîn Adiyaman, Nûrsel Aydogan, Sîbel Yîgîtalp, Tûgba Hezer Ozturk.

Hevşaredar: Bûrhan Kocaman, Fatma Şik Barût, Firat Anli, Huseyîn Guneş, Leyla Îmret, Orhan Şansal, Veysel Keser.

Rêveberên partiyê: Fîlîz Koçalî, Alî Şîmşek, Emrûllah Bîngol, Hasan Vûral, Hayrî Ateş, Sabîha Gunduz, Îhsan Çelîk, Songul Çelîk. STRASBOÛRG