HSD’ê di nav hefteyekê de nêzî 4 hezar sivîl rizgar kirin

Şervanên HSD`ê li herêmên El Baxoz, El Sûse û Hecînê di qonaxa Şerê Tunekirina Terorê de hezar sivîl ku ji wan 700 jin û zarok in, rizgar kirin. Her wiha di nav hefteyekê de nêzî 4 hezar sivîl hatin rizgarkirin

Qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li baregehên wan ên dawîn bi hemû hêza xwe dewam dike. Her wiha rizgarkirina sivîlan a ji destê çeteyan jî didome.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) herî dawî nêzî hezar sivîl ku ji wan 700 jin û zarok in, ji herêmên El Baxoz û El Sûse piştî ku korîdorên ewle vekirin, rizgar kirin.

Li aliyê din şervanên HSD’ê duh jî nêzî hezar û 600 sivîlên din li herêmên El Baxoz, El Şefaa û El Sûse rizgar kiribûn.

Li gorî agahiyên nûçegihanên ajansa ANHA’yê yên li herêmê reva sivîlan a ji çeteyan ber bi herêmên ku ji aliyê HSD’ê ve hatine rizgarkirin, didome.

Her wiha hêjayî bibîrxistinê ye şervanên HSD’ê di nav hefteyekê de nêzî 4 hezar sivîl rizgar kirin. DÊRAZOR

Dikarî Biecibînî