Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin

Danişîna doza Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hatibû girtin, taloqî 7’ê gulanê hat kirin

9’emîn danişîna doza Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin, Huseyin Aykol û Eren Keskîn û midûra karên nivîsan Reyhan Çapan û Hasan Başak, li 13’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Dozger nûçe û nivîsên qunçiknivîsan kir sedema sûc. Parêzer Ozcan Kiliç di danişînê de amade bû û xwest ev dosya û dosyayên berê bikin yek û bi  yek dosyayê bên darizandin. Heyetê biryar da ku daxwaza parêzeran di rûniştineke din de bê nirxandin. Her wiha heyeta dozê der barê Hasan Başak de biryara berdewama girtina wî da û dozê taloqî 7’ê gulanê kir. STENBOL