Polîsan avêt ser avahiya HDP’ê

HDP’a navçeya Yenîşehîr a Amedê bi armanca piştgirîdayîna çalakiya Guven pankarta ‘Divê em berxwedana zindanan mezin bikin’ daliqandin. Lê piştî demekê polîsan avêt ser avahiyê û du kesan binçav kirin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Leyla Guven ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin ev 76 roj in didome.

HDP’a navçeya Yenîşehîr a Amedê bi armanca piştgirîdayîna çalakiya Leyla Guven pankarta ‘Divê em berxwedana zindana mezin bikin’ li ser avahiya partiyê daliqandin. Lê piştî demekê daliqandina pankartê polîsan avêt ser avahiyê, pankartê daxistin û hevserokê HDP’ê yê navçeyê Vahap Gunaydin û rêvebera navçeyê Arzu Candan binçav kirin. Polîsan kesên ku binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. AMED