Yek ji rêyên berxwedanê: Greva birçîbûnê (II)

Kadrî Esen - Amed

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dehan caran çalakiyên grevên birçîbûnê hatine lidarxistin. Di salên dawîn de ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ev 3 car in çalakiyên grevên birçîbûnê pêk tên. Li gel ku di her sê çalakiyan de jî bi Ocalan re hevdîtin hatine kirin jî tecrîda girankirî ya li serê ranebûye

Di beşa yekemîn a dosyayê de em li ser wate, dîrok û mînakên çalakiyên grevên birçînê yên li cîhanê rawestiyabûn. Di vê beşê de jî em ê li ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên ku li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêk hatine rawestin û yek bi yek qala van çalakiyên ku hatine kirin bikin. Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek çalakiyên grevên birçîbûnê pêk hatine. Piraniya van çalakiyan ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd û tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê ve pêk hatine.

Di dîroka Tirkiyeyê de cara yekemîn çalakiya greva birçîbûnê, di sala 1950’yî de bi daxwaza berdanê ji aliyê nivîskar û helbestkarê tirk Nazim Hîkmet Ran ve pêk hatiye. Di sala 1972’yan de şoreşgerên tirk Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan, Huseyîn Înan jî beriya bên darvekirin, li dijî zextên li hemberî xwe li Girtîgeha Mamakê ya Leşkerî dikevin çalakiyeke greva birçîbûnê. Çalakiya van her sê şoreşgeran 12 rojan berdewam dike.

Operasyona ‘Vegera li Jiyanê’

Ji bilî van her du çalakiyan ji aliyê tevger û partiyên çepgir ên Tirkiyeyê ve ji salên 1980’yî heta niha gelek çalakiyên grevên birçîbûnê hatine lidarxistin. Yek ji van çalakiyan jî çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 20’ê cotmeha 2000’î de hat destpêkirin bû. Ev grev li dijî avakirina girtîgehên bi tîpên F hat lidarxistin. Grevê li 18 girtîgehan bi beşdarbûna 865 girtiyan dest pê kir. Dewleta tirk di 19’ê kanûna 2000’î de di bin navê operasyona ‘Vegera li Jiyanê’ de mudaxaleyî çalakiyê kir. Di encama vê mudaxaleyê de 30 girtiyan jiyana xwe ji dest da.

Çalakiya Gulmen û Ozakça

Çalakiya herî dawî ya greva birçîbûnê ya partî û tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê ku gelekî deng veda, ji aliyê akademîsyen Nûriye Gulmen ve mamoste Semîh Ozakça ve hat lidarxistin. Her du jî ji ber ku ji karê hatibûn avêtin, bi daxwaza ku vegerên karê xwe di 8’ê adara 2017’an de ketin grevê birçîbûnê û piştî 324 rojan di 26’ê 2018’an de bêyî ku bigihîjin armanca xwe greva xwe bi dawî kirin. Çalakiya her du karkeran jî li Tirkiyeyê gelekî deng veda û ji aliyê gelek derdoran ve piştgiriyeke mezin ji bo çalakiya wan hat nîşandan.

Grevên 12’ê Îlonê

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her wiha ji bilî partî û tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê ji aliyê Tevgera Azadiyê ve jî gelek çalakiyên grevên birçîbûnê hatine lidarxistin. Çalakiyên destpêkê yên grevên birçîbûnê piştî darbeya 12’ê Îlonê di navbera salên 1981 û 1984’an de li dijî zextên li hemberî xwe li Zindana Amedê ji aliyê kadroyên PKK’ê ve pêk tên. Di van çalakiyan de bi giştî 34 kes jiyana xwe ji dest didin. Destpêkê endamê PKK’ê Alî Erek di 20’ê nîsanê de ji ber ku bi darê zorê xwarin pê didin xwarin jiyana xwe ji dest dide.

Piştî Alî Erek kadroyên pêşeng ên PKK’ê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz ve Alî Çîçek jî ku di 14’ê Tîrmeha 1982’an de rojiya mirinê didin destpêkirin, di 17’ê îlona 1982’an de di roja 55’an a rojiyê de jiyana xwe ji dest didin. Li heman girtîgehê di sala 1984’an de di çalakiyeke greva birçîbûnê ku 54 rojan didome de jî Orhan Keskîn ve Cemal Arat jiyana xwe ji dest didin. Li Zindana Amedê hem grevên birçîbûnê û hem jî rojiyên mirinê hatine kirin.

Deriyê Îmraliyê vekir

Piştî van çalakiyên grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê heta çalakiya greva birçîbûnê ya 2012’an jî ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê girtî ve gelek çalakiyên grevên birçîbûnê pêk hatine. Di van çalakiyan de zêdetirî 14 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. Di 12’ê îlona 2012’an de bi sedan girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê girtî bi daxwaza rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê. Piştî 68 rojan daxwaza girtiyan hat qebûlkirin û li ser daxwaza Ocalan çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû.

Ev çalakî rastî eleqeyeke mezin hat û li Tirkiye û cîhanê bû rojev. Her wiha ji aliyê gelê kurd ve jî piştgiriyeke mezin ji bo çalakiyê hat nîşandan. Li ser vê yekê dewlet neçar ma paşde gav bavêje. Piştî vê çalakiyê deriyên Îmraliyê hatin vekirin û bi Ocalan re ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd pêvajoya çareseriya demokratîk hat destpêkirin. Ji bo pêvajoyê ji HDP’ê heyeteke siyasî hat avakirin û ji bo hevdîtina bi Ocalan re bi dehan caran çû Îmraliyê.

Siyasetmedar ketin grevê

Ber bi hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên sala 2015’an ve dewletê di 5’ê nîsanê de hevdîtinên bi Îmraliyê re rawestandin û pêvajoya çareseriya demokratîk bi dawî kir. Piştî vê yekê di 15’ê Tîrmeha 2016’an li dijî desthilata AKP’ê hewldana derbeyeke leşkerî pêk hat. Şeva derbeyê hin leşkerên ku di nav debeyê de cih digirtin xwestin xwe bigihînin Girava Îmraliyê û tiştek bînin serê Ocalan. Li ser vê yekê gumanên gelê kurd ên ji bo Ocalan zêde bûn û di 5’ê îlonê de bi beşdariya 50 siyasetmedarên kurd li Amedê çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin.

Ev çalakî jî wekî çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2012’an gelekî deng veda û di demeke kurt de ket rojeva cihan û Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê dewleta tirk neçar ma di 11’ê îlonê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan bişîne Îmraliyê. Piştî hevdîtina bi Ocalan re çalakiya greva birçîbûnê ya ku hatibû destpêkirin, di roja 7’an de li ser daxwaza Ocalan bi dawî bû. Ji vê hevdîtinê şûnde dewletê careke din destûr neda ku ne malbat û ne jî parêzerên Ocalan biçin Îmraliyê.

Çalakî didomin

Ji ber vê helwesta berdewam a tecrîdkirina Ocalan a dewletê, di 7’ê mijdara 2018’an de bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven careke din ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin. Di roja 66’an a çalakiyê de dewletê piştî 2 salan careke din birayê Ocalan Mehmet Ocalan şand Îmraliyê û hevdîtin da kirin. Lê vê carê ji ber tecrûbeya sala 2016’an, çalakî nehat bidawîkirin.

Çalakger ji dewletê dixwazin ku hevdîtinên bi Ocalan re bi carekê re neyên sînordarkirin  û bi biryarên ku heta tecrîd bê şikandin û hevdîtinên bi Îmraliyê re bi awayekî rûtin bên kirin çalakiya xwe bidomînin. Niha li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi Leyla Guven re 226 girtî, li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 15 kes û li Hewlerê jî endamê HDP’ê yê başûrê Kurdistanê Nasir Yagiz di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.  (dawî)

 

Dikarî Biecibînî