Dewleta tirk DAIŞ’ê zindî dike

Li gorî çavdêrên siyasî dewleta tirk bi aşkera piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ’ê. Çavdêran got ku DAIŞ bi alîkariya Tirkiyeyê zindî dimîne

Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê hem li başûrê Kurdistanê hem jî li Iraq û Suriyeyê zêde bûye. Bi taybetî li herêma Xaneqînê rojane çeteyên DAIŞ’ê êrîşê gundiyan dikin. Her wiha di rojên dawî de jî gelek caran êrîşê bendên polîsan kirin. Di heman demê de jî hem li Minbic û hem jî li Şedadê çeteyan êrîşî bendên şervanan kirin.

Li ser vê mijarê çavdêrê siyasî Bêkes Qadir ji RojNewsê re axivî. Qadir destpêkê got ku wan berê de jî dît ku dewleta tirk bi aşkera piştgiriya çeteyên El Nusrayê dikir. Piştî wê jî rasterast li gel DAIŞ’ê danûstandinê kirine û wiha got: “Di heman demê de dewleta tirk dijaytiya Tevgera Azadî ya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê dike. Ji bo vê hêjî metirsiya DAIŞ’ê li ser başûr û rojavayê Kurdistanê heye.”

Qadir bi bîr xist ku hê jî dawî li şerê DAIŞ’ê nehatiye û wiha got: “Dibe ku weke şerê çekdarî, bandora çeteyan namabe. Ger DAIŞ weke îdeolojî û çavkaniya komên tund û tujî bimîne û neyê bêdengkirin, egera zindîbûna terorîstan bi heman awayî heye. Komên terorîst di encama lîstikên navneteweyî de derketine. Heya ev lîstik berdewam bin, dê komên terorîst jî hebin. Li Rojhilata Navîn ji bo bidawîbûna terorîstan, pêwîstî bi aramiyê heye.” HEWLÊR