Ji Swêdê hilbijêrên xeyalî anîn Mêrdînê

Li navçeyên Mahsert û Stewrê yên Mêrdînê di nav de xizmên namzetê AKP’ê yê Mahsertê Husamettîn Altundag ku ji Swêdê anîn hene 550 hilbijêrên xeyalî hatin çêkirin. HDP’ê li dijî van hilbijêran serî li desteyên hilbijartinê da lê serlêdan bi hinceta ‘belgeyên kêm’ hat redkirin

Serlêdanên HDP’ê yên ji bo qeydên hilbijêrên xeyalî polîs û leşker jî di nav de tên redkirin. Li navçeyên Mahsert û Stewrê yên Mêrdînê jî qeydên hilbijêrên sexte derketin holê û nehatin jêbirin.

HDP’ê li dijî 139 hilbijêrên ji deverên cuda anîn Mahsertê serî li Desteya Hilbijartina Navçeyê da. HDP’ê di serlêdana xwe de cih da 18 hilbijêrên xizmê namzetê AKP’ê ya Mahsertê Husamettîn Altundag jî ku li ser mala wî hatine qeydkirin û ev kes ji 10 salan zêdetir in li Îzmîrê dijîn.

Her wiha di serlêdana HDP’ê de hat gotin ku 47 xizmên Altundag ê AKP’yî yên li Îzmîr, Manîsa, Enqere, Dîlok, Stenbol, Meletî û Swêdê dijîn anîne li navçeyê qeyd kirin e.

Hinceta redkirinê

Îtîraza HDP’ê bi hiceta ‘belgeyên îtîrazê îspat dike nînin’ hat redkirin. HDP’a Mahsertê got ku di serlêdana wan de kêmasî tune bûye û wan hem der barê Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê û hem jî der barê 139 hilbijêrên xeyalî de li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê gilî kirine.

Hilbijêrên xeyalî nehatin jêbirin

HDP’ê li navçeya Stewrê jî li taxên Safa, Kaplan û Yenîlmezê li 29 navnîşanên cuda 411 hilbijêrên xeyalî tespît kirin. Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê bi hinceta ‘Numreyên nasnameya TC’yê tam nehatiye nivîsandin’ serlêdana HDP’ê red kir.

Hevserokê HDP’ê yê Stewrê Necdet Kavak diyar kir ku wan di îtîraza xwe de nav û navnîşanan yek bi yek nivîsandine û di îtîraza wan de kêmasî tune bûye. Kavak bertek nîşanî helwesta desteya hilbijartinê da û got ku wan li dijî vê yekê serî li Serdozgeriya Komarê daye.

Li ser mala Alokmen 40 hilbijêrên sexte qeyd kirin

Li aliyê din jî hat zanîn ku 40 hilbijêrên xeyalî li ser mala hevşaredarê DBP’î yê Stewrê Mehmet Aydin Alokmen ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, derketine holê û di encama serlêdana Alokmen de ev qeydên xeyalî hatine jêbirin.  MÊRDÎN