Mamlê, dengekî resen ê hunera kurdewar

Mihemed Mamlê 20 sal in ji nav me bar kiriye, lê berhemên hunerî yên bi navê Mamlê hîn zindî ne û bûye sembola hunera resen a kurdewar û awazên kurdî

Mihemed Mamlê yek ji wan dengên resen e ku di dema jiyana hunerî de xizmeteke mezin ji bo hunera resen a kurdî kiriye. Xwedî sedan stran û awazan e. Stran û awazên Mamlê li nav hunera resen a kurdî de xwedî cihekî xwe yê taybet e. Hema hema piraniya kurdan guhdarî dengê wî kiriye.

Mihemed Seîd Elî bi nasnav Mihemedê Mamlê di sala 1925’an de li taxa Xirê a bajarê Mahabadê yê rojhilatê Kurdistanê ji nav malbateke hunermend ji dayik dibe. Mamlê di nav malbatê de kesê herî dengxweş û dihate naskirin bû. Xwendina seretayî li Dibistana Pehlewî û Seadet a Mahabatê temam kir.

Di serdama Komara Mehabadê de bi stran û srûdên xwe yên nazenîn, tê naskirin. Hunermendê kurd ji ber kar û barê kurdayetiyê gelek caran tê girtin û di zindanan de jiyaye.

Mamlê ne tenê mamostayekî hunerî bû, ji ciwanî ve beşdarî kar û xebatên niştîmanî bûne. Yek ji pêşmergeyên Komara Kurdistanê a Mahabadê bû.

Di 29’ê sibata sala 1948’an de ji ber ku helbesteke bi navûdeng a Hejar Mukriyanî kir stran hatibû girtin.

Şehîd Dr. Qasimlo wiha pesnê Mamlê dide; “Kak Mamlê hunermendekî mezin ê siyasî yê kurd e, ji ber ku timî li gel rabûn û ketinê şareza ye.”

Mamlê bavê 7 kur û 2 keçan e. Di jiyana civakî de Mamlê kesekî xizimdost û dilsoz bû.

Necat Mamlê ku yek ji kurên Mihemed Mamlê bû û di sala 1966’an de ji dayik bûye, li gel hejmarek ciwanên din ji ber sûcê ‘kurdbûnê’ di sala 1982’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Bidarvekirina Necat gelek bandoriyê li Mamlê dike û yek ji stranên xwe bi navê ‘Zemane’ ji bo kurê xwe yê hatî darvekirin gotiye dibêje, “Felek zor bêwefa bû ji min stand”.

Di heman demê de bavê Mihemed Mamlê, Saîd Mamlê jî dengxweş bû. Her wiha mamê Mihemed Mamlê Rehman Mamlê jî dengxweş bû.

Yek ji stranên deriyê hunerê ji Mamlê re vekir, strana ‘Royî bi cihêyî hiştim’ bû ku di sala 1938’an de tomar kiribû. Li gorî çavkaniyên dîrokê di nav 57 salên jiyana hunerî de nêzî 328 stran tomar kirine.

Mamlê di sala 1963’an de çûye bajaroka Qaledizê ya ser bi Îdareya Raperîn ya başûrê Kurdistanê û li wir çend şahî li dar xistin. Piştre çûye bajarê Silêmaniyê û li wir jî beşdarî çend şahiyan bûye.

Stranên Tayer Tofîq, Elî Meran, Seîd Elî Esxer Kurdistanî, Mihemed Arif û Tehsîn Tahar ên herî bi dilê Mamlê bûn. Ji helbestan jî, helbestên, Wefayî, Silêmanî Şawanele, Marif Axa, Goran, Hejar Mukiryanî û Hêmîn Mukiryanî bûn. Helbestên wan di nav gelek stranên xwe de bi kar jî aniye.

Mamlê di sala 1994’an de strana herî dawî tomar kir. Ji wê salê ve êdî bi nexweşiyeke ket. Nexweşiyê êdî nehişt dengê xwe tomar bike.

Piştî 5 salan Mamlê di 74 saliya xwe de, roja 23’yê çileya sala 1999’an piştî nîvro, li bajarê Mahabadê yê rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir û xatir xwest. Mamlê li goristana Mahabadê ya bi navê Bûdak Sultan hate veşartin.

Hunermend Enwer Qeredaxî li ser Mamlê wiha destnîşan dike; “Mamosta Mihemed Mamlê, bi hestên xwe yên ciwan û dengê xwe wiha kir ku biçe nav dilê her kesî. Lewma wê dengê wî yê aza ji bîra me ti kesî neçe. Timî deng û awazên wî mînak in. Hunermend Mamlê kesekî niştimanperwer û mirovdost bû. Kesekî ji bo hunera kurdî xem dixwarin.”

Çavkanî: Rojnews