Delegeya KCD’ê Tok nehat berdan

 Delegeya KCD’ê ya Amedê Aliye Tok ku girtî ye di danaşîna doza ku dihat darizandin de nehat berdan

Danişîna ewil a doza delegeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a Amedê Aliye Tok bi îdiaya “endama rêxistinê ye” ji operasyona 9’ê cotmeha 2018’an li Amedê hat girtin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Tok di danişînê de amade bû û parêzerê wê Ozkan Avci û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz jî doz şopandin.

Tok di danişînê de parastina xwe kir û wiha got: “Ez kesê bi navê Ekrem Demîr ku li ser min îfade daye yekemîn car di îdianameyê de dibînim. Tu eleqeya min pê re tune ye. Heke îdiayên wî hene bila aşkera bike. Ez şahid nas nakim û sûcên li ser min jî bê binî ne.” Tok di dawiya parastina xwe de tahliyekirina xwe xwest.

Parêzer Ozkan Avci jî parastina miwekîla xwe kir û xwest bê berdan.

Heyeta dadgehê bi hinceta rewşa delîlên heyî yên di dosyeyê de, gumana sûcek bi qewet û daxwaza kontrola edlî kêm dibîne biryara dewama girtina Tok da û danişînê taloqî 13’ê adarê kir. AMED