Rêya Hewlêr û Dihokê girtin

 

Cotkarên Komelgeha Çire ya bi ser parêzgeha Dihokê li dijî binemalekî ku ji bo xwe zeviyên wan bi kar tînin xwepêşandan li dar xistin û rêya di navbera Dihok û Hewlêrê de girtin. Cotkaran diyar kirin ku çend caran daxwaz ji hikûmetê û partiyan kirine ku pirsgirêkê çareser bikin, lê çareser nekirine

Li Komelgeha Çire ya Qesrokê ya bi ser parêzgeha Dihokê nêzî 500 cotkaran li dijî dagirkirina zeviyên xwe dest bi çalakiyê kirin û riya di navbera Hewlêr û Dihokê de girtin.

Yek ji xwepêşanderan Talal Goran têkildarî armanca xwepêşandanê ev agahî dan Rojnewsê; “Em li dijî bêhelwestiya hikûmetê û bikaranîna zeviyên xwe xwepêşandan li dar dixin. Em nêzî 500 cotkaran in. Bi hinceta ku bi wan re tapûya reş heye, binemalekê nêzî 27 sale zeviyên me ye dagirkiriye. Lê bi hewldanên zêde bi rêya parêzerekê me serdana Bexda kir û ew tapû sexte bû û bi salan hîle li me kirin.”

Cotkarê bi navê Besam Elî jî got ku wan heta niha çend caran serî li hikûmet û partiyan daye lê tu bersiv nedane wan û wiha got: “Me gilî kiriye lê bi cidî li ser ranewestiyan û kar li ser nekirin.”

Xwepêşandan berdewam dike û aşkera kirin ku heta ku hikûmet pirsgirêkê çareser neke dê rê venekin. SILÊMANÎ