Walîtiya Amedê civînek balkêş li dar xist!

 Walîtiya Amedê bi boneya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan derbasî merhaleyek xeternak bûye û daxwaza civakî zêde dibe têkildarî girtîgehan civîna “ewlehiyê” li dar xist

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 77 roj in didome, derbasî asteke krîtîk bûye. Li rex vê rewşê jî Walîtiya Amedê civînek balkêş li dar xist.

Piştî çalakiyên li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku Guven lê tê girtin pêk hatin, Walîtiya Amedê civîna Kordînasyona Ewlehiya Saziyên Înfazê ya Ceza li dar xist.

Di malpera webê ya Walîtiya Amedê de cih nedan vê civînê. Lê walîtiyê di hesabê twîtterê de lidarxistina civînê bi wêneyan ragihand û aşkera kir ku bi serokatiya waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu bi beşdariya rayedarên payebilind ên saziyên bajêr civîn pêk hatiye. AMED