Li Amedê meşa bi meşaleyî hat astengkirin

Polîsan meşa bi meşale ya ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven asteng kir

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo dawî li tcerîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 77’an de didome. Îro êvarî HDP’a navçeya Rezan xwest ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê meşeke bi meşale li dar bixe lê belê polîsan destûr neda.

Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Musa Farisogullari, Dersim Dag û Semra Guzel jî di nav de gelek kes li ber avahiya HDP’a Rezan hatin cem hevdu û xwestin heta Girtîgeha Tîpa E ya Amedê meşeke bi meşale li dar bixin. Lê belê polîsan nehişt kom ji avahiya partiyê derkeve. Gelek wesayîtên zirxî û TOMA sewqî herêmê hatin kirin. AMED