Bi mînakan herêmên ewle

Kadrî Esen - Amed

Herêma ewle ku serokê Amerîkayê Donald Tump pê gef li Tirkiyeyê xwar, di salên 1990’î de li Iraq, Bosna-Hersek û Rûandayê hatiye îlankirin. Li gel ku herêmên ewle yên Bosna-Hersek û Rûandayê bi ser neketine jî herêma ewle ya Iraqê ji kurdan re statu aniye.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di dawiya sala borî de gefên xwe yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin û gelek caran aşkera kir ku dê bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi komên xwe yên çete re dagir bike. Di 19’ê kanûna 2018’an de serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî suprîz li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku bi Erdogan re li hev kiriye ku hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne. Piştî vê biryara Trump, Erdogan jî bi awayekî ji nişka ve planên xwe yên dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê  rawestandin.

Li ser vê yekê rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî dîplomasî da destpêkirin û bi Rûsya, welatên ereb û welatên rojava re hevdîtinan kir. Li ser van hevdîtinên dîplomatîk ên rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê, Amerîka têkildarî biryara xwe daxuyaniyên nû da û ragihand ku piştî vekişîna xwe jî dê tu carî destûr nedin ku Tirkiye êrîşî hevkarê wan ê kurd bike. Ji ber van daxuyaniyên nû di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de krîzên dîplomatîk derketin.

Li gefa Trump xwedî derketin

Krîza di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de derket asta herî bilind û Trump di 14’ê çileyê de têkildarî gefên Tirkiyeyê daxuyaniyeke balkêş da û ragihand ku heke Tirkiye êrîşî kurdan bike dê di hêla aboriyê de Tirkiyeyê şerpeze bike û li sînorê di navbera Tirkiye û bakur û rojhilatê Sûriyeyê de ‘herêmeke ewle’ ya bi qasî 32 kîlometreyan fireh îlan bike. Di serîde Erdogan û gelek rayedarên tirk li gefa Trump xwedî derketin û ragihandin ku ‘herêma ewle’ plana wan e.

Reveberiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî vê plana Tirkiyeyê derket û ragihand ku ew ‘herêmeke ewle’ ya di bin kontrola Tirkiyeyê de qebûl nakin. Rêveberî daxwaz dike ku ‘herêma ewle’ bi biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) li dijî gefên Tirkiyeyê ji bo parastina gelên li herêmê bê îlankirin. Ji ber van daxuyaniyên aliyan ev demeke ‘herêma ewle’ tê nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê de me jî li ser ‘herêmên ewle’ lêkolînek kir û ji bo zelalkirina mijarê gihaştin gelek agahîyên girîng.

Ji hev cuda ne

Em bi têgeha herêma ewle (safety zone) dest pê bikin. Gelek caran li şûna herêma ewle têgehên mîna herêma ji firînê re qedexe (no-fly zone) û herêma bergirk/tampon (buffer zone) jî tê bikaranîn. Van her sê têgehên leşkerî her çiqas li şûna hev bên bikaranîn jî di rastiyê de her sê jî têgehên ji hev cuda ne û li qadê pêkanîna wan ne wek hev e. Herêma ewle ji ber gumana qirkirina mirovan tê îlankirin û bi vê yekê tê xwestin ku mirovên li hermê di qirkirinê re derbas nebin.

Têgehên herêma ji firînê re qedexe û herêma bergirk/tampon jî armancên wan ên stratejîk ên bi statû hene. Bi herêma ji firînê re qedexe û herêma bergirk/tampon tê xwestin ku şer û pevçûnên bi çek ên ku bibin sedema ewlehiyê û xetereyên hawirdorî û mirovî ji navbereke diyarkirî bên dûrxistin. Ji bo ku ev pêkanîn bikaranîna hêzên hawayî asteng dike û sînorek ji serweriyê re datîne, pêwîst e bi biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bê ragihandin.

Ji ber ku ji salên 1990’î şûn ve li şûna şerên navdewletî, şerên navxweyî, pevçûnên etnîkî û çalakiyên terorî, aştî û ewlehiya navneteweyî tehdît kirine, serî li van her sê pêkanîna hatiye dayîn. Ji salên 1990’î heta niha bi biryara KENY’yê li Iraq, Rûanda û Bosna-Hersekê ji ber şerên navxweyî herêmên ewle hatine ragihandin. Bi van herêmên ewle hatiye xwestin ku pêşî li qirkirina neteweyî û olî bê girtin.

Herêma Ewle ya Iraqê

Herêma ewle care yekemîn ji aliyê NY’ê ve ji bo şerê di navbera kurdên başûrê Kurdistanê û dîktatorê ketî yê Iraqê Saddam Huseyîn de hatiye ragihandin. Şerê di navbera kurdên başûrê Kurdistanê û dîktatorê ketî yê Iraqê Saddam Huseyîn de piştî Şerê Duyemîn ê Kendavê gur dibe. Saddam Huseyîn piştî têkçûna xwe ya şer êrîşên mezin dibe ser kurdan û li hemberî wan komkujiyên mezin pêk tîne. Ji ber vî şerî bi hezaran kurd neçar dimînin ku warê xwe terk bikin.

Di pêvajoya vê terkbûnê de bi sedan kurd jiyana xwe ji dest didin. Li ser daxwaza Tirkiye û Îranê NY’ê dikeve dewrê û ji ber êrîşên mezin ên li ser kurdan Saddam şermezar û hişyar dikin. Di sala 1991’ê de li ser pêşniyara Îngilistanê, KENY bakûrê rastênheva (paralel) 36’emîn wek herêma ewle radigihîne û ji firînê re qedexe dike. Piştî îlankirina herêma ewle êrîşên li ser kurdan radiwestin û kurd statuya îro bi dest dixin.

Herêma Ewle Bosna-Hersek

Cara duyemîn herêma ewle ji ber şerê navxweyî yê piştî belavbûna Yûgoslavyayê û serxwebûna Bosna-Hersekê ji aliyê NY’ê ve hatiye ragihandin.  Di sala 1991’î de piştî ku Yûgoslavya belav dibe û Bosna-Hersek serxwebûna xwe îlan dike şerê navxweyî dertê. Di vî şerî de sirp û boşnak êrîşên dijwar li hemberî hev pêk tînin û piraniya Boşnak zêdetirî 100 hezar mirov tên kuştin û bi ser 2 milyonan de jî kes ji cih û warên xwe dibin.

Ji ber vê rewşa kambax KENY di sala 1993’an de ji bo parastina sivîlan Srebrenicayê wek herêma ewle îlan dike û paşê herêmên mîna Tûzla, Gorazde û Bihaçê jî li vê herêma ewle zêde dike. Lê ji ber ku çekên boşnakan ji wan hatine standin sirp li gel biryara herêma ewlejî êrîşên xwe yên li hemberî boşnakan narewestînin û komkujiyên mezin pêk tînin. Ji ber vê sedema herêma ewle ya NY’ê li Bosna-Hersekê bi ser nakeve û rê li ber gelek komkujiyan vedike

Herêma Ewle ya Rûandayê

Herêma ewle cara sêyemîn jî ji ber şerê navxweyî yê gelên hûtû û tûtsî ji aliyê NY’ê ve li Rûandayê tê ragihandin. Di çileya 1990’î de di navbera hêzên hikûmeta Rûandayê ku gelê hûtû piştgiriya wê kiriye û yekîneyên Eniya Welatparêzên Rûandayê (RPF) ku ji gelê tûtsî piştgirî girtiye, şerê navxweyî dest pê dike. Piştî 3 salan di 1993’an de şerê navxweyî bi dawî bibe û ji bo parastina aştiyê hêzeke aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî  (NY) tê peywirdarkirin.

Piştî vê peymanê di 6’ê nîsana 1994’an de bi awayekî guman serokdewletên Rûanda û Bûrûndî di qezeyek balafirê de jiyana xwe ji dest didin. Piştî vê bûyerê şerê di navbera gelê hûtû û tûtsî de careke din gur dibe û komkujiyên mezin pêk tên. Li ser vê yekê KENY’yê ji bo parastina gelê sivîl, rojhilat û başûrê Rûandayê ku komkujiyên dijwar lê pêk tên weke herêma ewle îlan dike. Hem hikûmeta Rûandayê û hem jî RPF’ê vê herêmê qebûl dikin.

Li gel vê qebûlkirinê jî hikûmeta Rûandayê bi awayekî sîstematîk li herêmên di bin kontrola xwe de komkujiyan pêk tîne. Li gorî raporeke NY’yê ya demê di navbera 250 hezar û 500 hezar mirov hatine kuştin û milyon û nîv mirov jî ji cih û warên xwe koçber bûne. Ji ber vê yekê li Rûandayê sûce qirkirinê pêk hatiye. Vê herêma ewle ya NY’yê jî weke herêma ewle ya Bosna-Hersekê bi ser neketiye û pêşî li komkujiyên li herêmê nehatiye girtin.

Mînakên din

Ji bilî van her sê herêman dem deman ji aliyê NY’yê ve li Amerîkaya Navîn, Rojhilata Navîn, Afrîka, Pasîfîk, û Balkanan jî ji ber şerên navxweyî hem herêmên ewle, hem herêmên ji firînê re qedexe û hem jî herêmên bergirk/tampon hatine ragihandin. Çend welat ango herêmên ku serî li vê rêbazê hatiye dayîn wiha ne; Sûdan (2005), Brûndi (2004), Komara Kongoyê (2003), Haîtî (2004), Kosova (1999), Somalî (1995), Tacikistan (2000) û Tîmora Rojhilat (2002).

Her wiha herî dawî jî NY’yê dema pêvajoya bihara ereban di sala 2011’an bi rêbaza herêma ji firînê re qedexe mudaxaleyî şerê navxweyî yê Lîbyayê kir. Li gel biryara xwe ya herêma ji firînê re qedexe jî hêzên hewayî yên Amerîka, Fransa û Îngilistanê li dijî Lîbyayê êrîşên hewayî pêk anîn û di demeke kurt de desthilata 42 salan a serokdewletê Lîbyayê Mûammer Kadafî bi dawî kirin. Tirkiye li gel ku destpêkê li dijî vê biryarê derket jî paşê piştgirî da biryarê.

Dikarî Biecibînî