Dewleta tirk li Başûr 4 kes qetil kirin

Duh bi şev balafirên şer ên artêşa tirk Geliyê Reş ê li herêma Dêrelok a girêdayî Amêdiyê ya bi ser Duhokê bombebaran kir û di encamê de 4 kes hatin qetilkirin

Dewleta tirk li başûrê Kurdistanê bênavber sivîlan hedef digire û gundan bombebaran dike. Duh bi şev balafirên şer ên artêşa tirk Geliyê Reş ê li herêma Dêrelok a girêdayî Amêdiyê ya bi ser Duhokê bombebaran kir. Di encama vê bomberandina artêşa tirk de 4 welatî hatin qetilkirin û 2 jî birîndar bûn.

Navên sivîlên ku hatin qetilkirin wiha ne: “Azad Şahîn, Azad Mecîd Seyfo, Rêdar Mihemed Tahîr û Wahîd Ebdulqadir.”

Ji ber êrîşên artêşa tirk li herêmê berdewam dikin, li herêma ku 4 kes hatin qetilkirin agahiyên zelal nayên bidestxistin. Cenazeyê du welatiyan gihîşt Dêralokê lê yê du kesên din ku tê gotin ew jî hatine qetilkirin hîn peyda nebûne.

Her wiha dê îro cenazeyê du welatiyan werin oxirkirin. BEHDÎNAN