HDP bi strana ‘Ya Me Ye’ dê qadan germ bike

Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) mûzika ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku dê di 31’î adarê de bên lidarxistin, weşand. Mûzik ku bi navê ‘Ya Me Ye’ hate weşandin, li ser medyaya civakî rastî eleqeyeke mezin hat

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) mûzîka hilbijartina rêberiyên herêmî ku dê di 31’ê adara îsal de bên lidarxistin bi raya giştî re parve kir. Mûzîka bi nave ‘Ya Me Ye’, ji hêla hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) helbest û stran amade kirin û dan nasîn. Strana hilbijartinê li Salona  Konferansê ya Ayaz Elegance ya Peyasê di danasîna namzetên hevşaredaran de hat nasîn. Piştî ku stran li ser medyaya civakî hatiye parvekirin, rastî eleqeyeke mezin hat.

Helbesta stranên muzîka NÇM’ê ya ji bo hilbijartinê wiha ye:

 

Kuçe û kolan ya me ye

Qad û bajar ya me ye

 

Deşt û zozan a me ye

HDP partiya me ye

 

Bi vîn û serhildan e

Bi rik û berxwedan e

Bi tilîlî û dîlan e

HDP bersiv dan e

 

Ew rêça azadî ye

Wek rojê hilatî ye

Partiya gel û aştî ye

Rabin wa dem hatî ye

 

Dem hat û gurzî lêxin

Qeyd û bendan li erdêxin

Zilimkar û zordaran

Ji bajaran derêxin

 

 

 

 

Kuçe û kolan ya me ye

Qad û bajar ya me ye

 

Deşt û zozan ya me ye

HDP partiya me ye

 

Jin jiyan azadî ye

Hêvî û bawerî ye

Tim ciwan û zindî ye

HDP soza me ye

 

Ji do tê dîroka me ye

Xewn û azadiya me ye

Ew roj û dema me ye

Sibe jiyana me ye

 

Dem hat û gurzî lêxin

Qeyd û bendan li erdêxin

 

Zilimkar û zordaran

Ji bajaran derêxin

 

 

Dikarî Biecibînî