Ji 50 Xelatgirên Nobelê ji bo Ocalan banga hevpar

50 Xelatgirên Nobelê ji bo ku balê bikşînin ser tecrîda li ser Ocalan, ji saziyên Konseya Ewropayê, Yekitiya Ewropayê, Polîtîkaya Karên Derve ya Ewropayê û CPT’yê re name şandin. Di nameyê de hat xwestin ku bikevin nava hewldanan û dawî li tecrîdê bînin

Bertekên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam in. Di vê çarçoveyê de 50 Xelatgirên Nobelê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, nameyeke hevpar ji saziyên navneteweyî re şandin.

Name bi navê Adolfo Perez Esqûîvel hate şandin ku di sala 1980’an de Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtibû. 50 kesên ku di beşên cuda de Xelata Nobelê wergirtin, mohra xwe danîn binê nameyê. Demond Tûtû yê ji Efrîqaya Başûr, Betty Wîllîams ê ji Îrlandaya Bakur, Jose Ramos Horta yê ji Tîrmor a Rojhilat, Dûdley R. Herschbach ê ji DYA’yê, Joachîm Frank ê ji Almanyayê û J. Robîn Warren ê ji Awûstralyayê çend ji van kesan in.

Name ji rêveberên çar saziyan re hate nivîsandin. Rêveberên saziyên ku name ji wan re hatine şandin wiha ne: “Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjørn Jagland, Nûnera Bilind a Polîtîkaya Derve ya Yekitiya Ewropayê Federîca Mogherînî, Serokê Demê yê Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê Miroslav Lajčák û Sekreterê Rêveber ê Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê Regit Brillat.”

Çalakiyên greva birçîbûnê bi bîr xist

Di nameyê de Esqûîvel diyar kir ku ji bo tecrîdkirina Abdullah Ocalan û girtiyên din bi dawî bibe, Leyla Guven û kesên din di greva birçîbûnê de ne ku zextê li hikûmeta tirk bikin. Esqûîvel wiha domand: “Ji bo min cihê rûmetê ye ku fikarên 50 Xelatgirên Nobelê yên li ser rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven û yên din ji we re ragihînim.”

Banga hevpar

Esqûîvel piştre daxuyaniya banga hevpar a 50 Xelatgiran ragihand. Xelatgirên Nobelê ji Konseya Ewropayê, Yekitiya Ewropayê, Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê û CPT xwestin ji bo ku dawî li înkarkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê bê anîn, tedbîrên pêwîst bigirin. Di nameyê de hate gotin ku hikûmeta tirk jî, mîna hikumetên din hemûyan, neçar e ku jiyan û rûmeta her kesên girtî mîsoger bike.

‘Em piştgirî didin Leyla Guven û girtiyên siyasî’

Xelatgirên Nobelê bang kirin ku tecrîda li ser Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bi dawî bibe û wiha bi dawî kir: “Em, Xelatgirên Nobelê yên ji beşên cuda ku mohra xwe danîne binê vê nameyê, bang li hikûmeta tirk û civaka navneteweyî dikin ku di vê kêliya jiyanî de ji bo bidawîbûna tecrîda hucreyê ya li ser Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê tê ferzkirin, bi lezgînî tedbîran bigirin. Li gel vê bangê, em piştgiriyê didin parlamentera kurd Leyla Guven a li Amedê girtî ye û bi sedan çalakgerên greva birçîbûnê ku bi heman daxwazê di grevê de ne û rewşa wan metirsîdar e.”

Xelatgirên Nobelê yên mohra xwe danîne binê bangawaziyê wiha ne:

“Adolfo Pérez Esquivel, Argentîna. Nobel Peace Prize Laureate 1980 – Betty Wîllîams, Northern Ireland. Nobel Peace Prize Laureate 1976 – Desmond Tutu, South Afrîca. Nobel Peace Prize Laureate 1984 – F. W. De Klerk, South Afrîca. Nobel Peace Prize Laureate 1993 – Jody Wîllîams, United States. Nobel Peace Prize Laureate 1997 – José Ramos-Horta, East Timor. Nobel Peace Prize Laureate 1996 – Leymah Roberta Gbowee, Lîberîa. Nobel Peace Prize Laureate 2011 – Mairead Corrîgan Maguire, Northern Ireland. Nobel Peace Prize Laureate 1976 – Oscar Arîas, Costa Rica. Nobel Peace Prize Laureate 1987 – Shirîn Ebadî, Îran. Nobel Peace Prize Laureate 2003.

Dudley R. Herschbach, Unîted States. Nobel Laureate in Chemistry 1986 – Elîas James Corey, Unîted States, Nobel Laureate in Chemîstry1990 – Gerhard Ertl, Germany. Nobel Laureate in Chemîstry 2007 – Joachim Frank, Germany / U.S. Nobel Laureate in Chemîstry 2017 – John C. Polanyi, Canada. Nobel Laureate in Chemîstry1986 – Kary B. Mullîs,

Unîted States. Nobel Laureate in Chemîstry1993 – Rîchard Henderson, Great Brîtain. Nobel Laureate in Chemîstry 2017 – Robert H. Grubbs, Unîted States. Nobel Laureate in Chemîstry 2005 – Roger D. Kornberg, Unîted States. Nobel Laureate in Chemîstry 2006 – Thomas R. Cech, Unîted States. Nobel Laureate in Chemîstry1989 – Walter Gîlbert, Unîted States.

Nobel Laureate in Chemîstry1980 – Yuan T. Lee, Taiwan. Nobel Laureate in Chemîstry1986.

Edward C. Prescott, Unîted States. Nobel Laureate in Economîcs 2004 – Erîc S. Maskin, Unîted States. Nobel Laureate in Economîcs 2007 – Finn E. Kydland, Norway. Nobel Laureate in Economîcs 2004 – Olîver Hart, Great Brîtain. Nobel Laureate in Economîcs 2016.

Alîce Munro, Canada. Nobel Laureate in Lîterature 2013 – Elfrîede Jelînek, Austria. Nobel Laureate in Lîterature 2004 – J. M. Coetzee, South Afrîca. Nobel Laureate in Lîterature 2003 – Marîo Vargas Llosa, Peru. Nobel Laureate in Lîterature 2010 – Wole Soyinka, Nîgerîa. Nobel Laureate in Lîterature 1986

Carol W. Greider, Unîted States. Nobel Laureate in Medîcîne 2009 – Edmond H. Fîscher, Swîtzerland / U.S. Nobel Laureate in Medîcîne 1992 – Erîc R. Kandel, Austrîa. Nobel Laureate in Medîcîne 2000 – Erwîn Neher, Germany. Nobel Laureate in Medîcîne1991 – J. Robîn Warren, Australîa. Nobel Laureate in Medîcîne 2005 – Jack W. Szostak, Great Brîtaîn. Nobel Laureate in Medîcîne 2009 – Leland H. Hartwell, Unîted States. Nobel Laureate in Medîcîne 2001 – Louîs J. Ignarro, Unîted States. Nobel Laureate in Medîcîne 1998 – Sir Rîchard J. Roberts, Great Brîtaîn. Nobel Laureate in Medîcîne 1993 – Sydney Brenner, South Afrîca. Nobel Laureate in Medîcîne 2002 – Thomas C. Sudhof, Germany / U.S. Nobel Laureate in Medîcîne 2013 – Tim Hunt, Great Brîtaîn. Nobel Laureate in Medîcîne 2001 – Torsten N. Wiesel, Sweden. Nobel Laureate in Medîcîne 1981.

Anthony J. Leggett, Great Brîtaîn. Nobel Laureate in Physîcs 2003 –Gérard Morou, France. Nobel Laureate in Physîcs 2018 – Kip Stephen Thorne, Unîted States. Nobel Laureate in Physîcs 2017 – Sheldon Glashow, Unîted States. Nobel Laureate in Physîcs1979 – Steven Weînberg,Unîted States. Nobel Laureate in Physîcs1979 – William D. Phîllîps,Unîted States. Nobel Laureate in Physîcs1997.