Bazê Germiyanê: Mame Rîşe

Mame Rîşe bi ruhê xwe yê neteweyî û enternasyonalîst hem di têkoşîna rizgariya kurd hem jî di eniya gelê Filistînê de cih girt. Di nav gel de weke Bazê Germiyanê tê nasîn

Mame Rîşe bi gotina din Bazê Germiyanê nimûneya herî bihêz a welatparêzî û serhildêriyê ye. Mame Rîşe jî mîna gelek berxwedêr û têkoşerên kurd ji aliyê kurdên ku nokeriyê ji dewletên dagirker re dikin tê qetilkirin. Îro 34’emîn salvegera şehadeta Necmedîn Şukur bi nasnav Mame Rîşe ye.

Necmedîn Şukur Reuf sala 1953’an li gundê Taleban ya ser bi bajarokê Çemçemal ji dayik dibe. Mame Rîşe bi kedê mezin dibe, ji ber wê girêdana wî ya bi axê re bihêz bû. Karê şivanî, cotyarî û karkeriyê dike.

Di sala 1973’an de ji bo tev li berxwedana gelê Filistînê ya li dijî zilmê bibe,  navê xwe dinivîsîne û diçe Filistînê. Mame Rîşe li navçeya Golan a Filistînê tev li têkoşîna gelê Filistînê dibe. Li wê derê kesek bi navê Eshed Mihemed Hewlêrî nas dike. Di şerekî de hevalê wî Eshed Mihemed şehîd dibe û ew jî birîndar dibe. Ew li nexweşxaneyek ya Suriyeyê tê dermankirin. Piştî wê Mame Rîşe vedigere Kurdistanê û li gundê Taleban carek din dest bi karkeriyê dike.

Dîkdatoriya rejîma Baas zilmeke mezin li gelê başûrê Kurdistanê dike. Mame Rîşe ji ew ezmûnên Filistînê jî dikeve rê û ji bo parastina gel dixwaze tev li pêşmergeyan bibe. Lê, ev daxwaza wî tê redkirin. Ev yek Mame Rîşe pir hêrs dike û  Mame Rîşe biryar dide bi tena serê xwe herêma ku lê dijî biparêze. Ew wekî pêşmergeyek bi tenê li herêmên derûdora bajarokê Çemçemal û herêmên Cebarî, Hemewendî, Zengene û Qerehesen digere. Ji xwe re çekek ya keleşnîkof peyda dike û bi tena serê xwe liv û tevgerê dike. Ev yek bala xelkê herêmê dikişîne û li gundên wê herêmê hemû gundî qala wî dikin.

Mame Rîşe li dijî hewildanên ereb kirina gundên Germiyanê ku ji aliyê rejîma Baas ve dihate kirin, disekine. Gelek caran çalakî li dijî xalên kontrolê yên rejîma Baasê dike û tirs dixe dilê mûxtarên di berdêla pere de nokeriyê ji rejîmê re dikin.

Di sala 1976’an de yek ji fermandeyên pêşmerge Xalid Germiyanî nav û zîrektiya Mame Rîşe ya li herêmê dibîhîse û wî digire li cem xwe û daxwaza wî ya pêşmergeyê qebûl dike. Mame Rîşe di çalakiyên xwe de gelek serkeftinan bidest dixe.

Mame Rîşe hevalekî wî yê bi navê Eze Reş ku xelkê Çemçemal hebû. Ev hevalê wî di şerekî di navbera pêşmergeyan û hêzên rejîma Baas de birîndar dibe û bi awayekî hovane ji aliyê rejîmê ve tê qetilkirin. Piştî vê Mame Rîşe sonda tolhildana hevalê xwe dide û têkoşîna xwe ya li dijî rejîmê û nokerên rejîmê yên di nava kurdan de bihêztir dike.

Zîrektî û têkoşîna Mame Rîşe wisan li rejîma Baas dike ku hêzên rejîmê berê xwe didin malbata Mame Rîşe û di sala 1981’an de bavê wî Mam Şukur ji aliyê hêzên rejîma Baasê ve tê binçavkirin û piştî demekî cenazeyê wî tê dîtin.

Di sala 1983’an de Mame Rîşe li gel Kiçan Hisên dizewice. Piştî wê navê Kiçan diguhere û dike Niştîman. Hevsera wî Niştiman jî mil dide milê wî û hevaltî pê re dike.

Di roja 24’ê çileya sala 1985’an de Mame Rîşe di pilanekî bêbextane ya çeteyên (cerdevan) jixwere dibêjin, kurd ku girêdayî rejîma Baas bûn de li nêzîk gundê Qayîş Paşa ya ser bi bajarokê Leyla ya girêdayî Kerkûkê de tê qetilkirin.

34 sal in bi ser şehadeta Mame Rîşe re derbaz dibe, lê malbata Mame Rîşe di 16’ê çileyê de di daxuyaniyek de aşkera kiribû ku ew ê beşdarî tu merasîmek fermî ya bîranîna Mame Rîşe nebin. Malbatê herwiha di daxuyaniya xwe de bang li Serkirdayetiya Buroya Siyasî ya YNK’ê kiribû ku tu merasîmek ya bîranînê ji bo Mame Rîşe lidarnexin. Sedema vê yekê jî ew e ku malbat dibêje, rêya wê ya têkoşînê nayê şopandin û rêbaza wî nayê esas girtin. Ji ber wê tevlî bîranînê nabin.

Lê îro ne tenê li Başûrê Kurdistanê li 3 parçeyên parçeyên din yên Kurdistanê jî ciwanên kurd çeka berxwedêrî û serhildêriyê ya Mame Rîşe ya li dijî dagirkeriyê rakirine û têdikoşin. Daxwaza Mame Rîşe têkbiririna dagirkeriyê li Kurdistanê bû. Dagirkerî li Kurdistanê didome lê, têkoşîn jî di asta herî jor de didome. Kurd li dijî dagirkeriyê û nokeriya ji dagirkerên Kurdistanê re daxwaza yekitiyê dikin.

Nûçe: Berhem Letîf / Rojnews